temaşa tel’etî yarim wekû xurşîdî tabane

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  511 views
temaşa tel’etî yarim wekû xurşîdî tabane
be hey’et qametî berzî dełêy şimşadî bustane
eger bê taqî dû ebroy le dinya satê me’dûm bê
be carê ’alemî êslam be bê qebîle perêşane
be zahîr şikłî însane, be me’na ḧorî řîzwane
temaşa ’eksî řûyî ken le çawimda numayane
le daẍî taqî ebroyî û le ḧesret pyałeyî çawî
be nu’ê xem buwe piştim şebîhî xemî çogane
le nawî ’enberî zułfî ewende zar û giryawim
be ahî serd û eşkî sûr, kenarim wek gulistane
دەەرûنم piř le nazî ’eşqî diłdare wekû mecmer
diłim řeş bû xełûz’asa, ciger perdaẍî peymane
qerarim lê biřa çî bikem, be şu’ley şem’î řuxsarî
meger perwane wek min bê le dewrî şem’î dewrane
be desk û dołî ẍem e’zay kutawim çerx wekû çełtûk
nîye quwey hełistanim, wicûdim wa perêşane
le tîr’endazya mîslî nîye ew şoxe şîrîne
be ẍemzey taqî sed xesrew kujrawî tîr û peykane
weha efsurdeye cîsmim be germî germyanî germ
wicûdim bê wicûd mawe le botey şêwî mołane
wîsałîPen name şîfteyî yare, be da’îm çawî xunbare
meger cergî birîndare, dû le’lî yarî dermane