seyrî em dunyay ’ecûze xoy le min çon kirde bûk

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  489 views
seyrî em dunyay ’ecûze xoy le min çon kirde bûk
her wekû duxter be ḧîle destî kirde nûkenûk
bo firîbî cahîlan xoy wa muzeyyen kirduwe
her wekû qeḧbe ’ecayb řengî xoy kirde gułûk
ḧesreta tûşî mebin her wek telîsme mekirî ew
her kesêkî kewte berdes kirdî řîswa û çirûk
seyrî sułtananî çerxe - - - - - - -Missing
- - - - - Missing barîk bûn le des ewda çu dûk
asman ḧeyyak û dunya her wekû pêçałî qûł
’alemîş lem beyneda sergeşte bûn her wek mekûk
leşkirî îslamî şadî wa be teyyarey ’edû
gişt le koyî bêkesîda kewtûn ’uryan û sûk
wa be badî ẍem çiray ’eyşim ’eceb pejmurde bû
dewreyan lê dam ẍem û hem her wekû ceyşî mulûk
seyrî eşkî min wekû baran û çawîş hewr û berq
lem tem û hewr û mije emřo sema nada birûk
têfkire lem saḧetî dunya û le nawî em ’aleme
min le dest çêwwikî ẍemda bêqerarim wek helûk
ey wîsałîPen name twêşeye peyda bike ta firsete
ta nekewtûye helaket bigre pêş řahî silûk