seba hełse biřo zû ke le şarî suleymanî

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 3 minutes  521 views
seba hełse biřo zû ke le şarî suleymanîNamed-Entity
biłê saḧêb kewa ’erizit deken zuřřa’ û dêkanî
be şimşêrî syaset gerçî bêx û řîşeyî derhat
dirextî neḧis û zułim û eşqya û aşûb û tałanî
beła gîrode û fewtaw û damaw û xerîk mawîn
hemû layê leber qempanî tîccar û pîlanî
be pênc sed řupye ta zarî’ heta cûtêkî bo pêk dêt
hezarîşî dewê bo mesrefî pêwîst û kêłanî
be xwênî mał û mindał heta şeş batman tûtin
deken perwerde û peyda be sed derd û perêşanî
tîcarê nek tîcarî çerçî dudes benałî dêt
be ḧîle tê dehałê wek çiqił degrê girîbanî
be swên xwardin dełê her kes qiřanê zyatir bîfroşêt
be namûsim be to lew zyad dedem heşt, no, de taranî
hesanî saw deda, deyda leber pêy ta pêy dexzî
leser dawa beser erzya deda deşkê mil û şanî
qebanî tê dexa tałanî bê, hawmałe bê ’eynî
be şeş lêy wergirê seyrî ken ca weqtî kêşanî
daway parey deka ê pêy dełê qurban beser çawim
ewa nûsîm ḧewałem bo deken ta ḧefteyî sanî
be řoje řoje tefrey da heta daygirt û sewqî kird
ke emca cêbecê bû îş û kar û řesim û dûxanî
le beẍda deyfiroşê û parekey dênêtewe hêşta
ke zarî’ dên deçin bo pare ber dukkan û ber xanî
yekê ḧaşa deka, yekyan dełê parem nîye û yekyan
dełê tûtin şika, nadem, le penca zyade batmanî
dełê şertit nekird qerzî ḧikûmet cêbecê key bom?
dełê tom qet nedîwe germyanît ya xo kwêstanî
gezî çî û cawî çî řaken nemirdûn ta le birsana
heta key dadenîşin her şewê ya dwane mîwanî
be çawî dił heçî tê bifkirê bê şubhe deyzanê
sebeb tuccare bo meḧwî felaḧ û xanewêranî
le zarî’da yekê sed batmanî bêt eger sałêk
xerîk her şiksite sał be sał wek notî ’usmanî
tîcarê saḧêbî sed çerxî qełbe le paş sałêk
le milwênê zyatir zyad deka dezga û dûkanî
hemû mizgewtî ladêkan lebatî zîkir û tehlîle
du’a lêkirdinî tuccare, ewradî sibeynanî
çi ḧacet ’erzî pêşkewtin bikem em ḧałete emřo
ewî to xot dełêy zûtir cenabî ḧakim eyzanî
le bîrit naye wîsałîPen name ke pazdey mangî dêsember
leber em derde bû axir ḧikûmet emir û î’lanî