her deme dunya be new’ê dête pêşê geh wekû

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  524 views
her deme dunya be new’ê dête pêşê, geh wekû,
bûkî saḧêb naze geh ’eyyare wek xesû
şahbazî tali’it weqtê leser ser dadenê
bo nedamet geh lenêw małit dexa sed kundebû
be’ze carêkit dedatê îqtîdarî bê şumar
geh řezîlit wa deka, muḧtac debî bo bendî řû
pir gułî deka carêk lenêw baẍî weten
geh deka destit le xaristanî ẍurbet piř diřû
geh be tacî şahî û dewłet ser’efrazit deka
geh le nêw xakî gedayî û negbeta detxa be fû
zahîrî destûrî ’edle û batînî ẍeddarîye
baweřit bê kes le destî mekirî dunya derneçû
her kesê yek def’e têfkirî le pêdawî cîhan
her ełê ta ser le nêw gomawî ẍemda pêwe bû
ger be te’îydî felek tal’ nebî koşiş çîye
bê cesaret bextî xot ger bê bibexşê, bê binû
min ke řoj û şew şikayetme le dostanî zeman
dem be dem meḧkemtire zencîrî ẍem wek zû ke bû
metłebem wa bû ke dil zay’ nekem, neydem be kes
ew demey řoyî ’ezîzim, îxtyarim pê nebû
cênşîn bû mewdeyê endohî hîcran û fîraq
weqtî wesłî şadmanî řehrewî bû hatûçû
çawekem ba min nemênim lem zemaney bê wefa
her çî têfkirîm se’atê dił le ẍem xałî nebû
fikirî dyenîm bû ke çî derdî fîraqim kewte sewr
emî miḧemmed her ẍemêkim bû ewêsta bû be dû