lem zemane her kesê hat û witî min natîqim

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  579 views
lem zemane her kesê hat û witî min natîqim
herzego hergîz be xoy nałê ḧîmarî nahîqim
bo bimênim eble lafî ’eqił û danş lê eda
herze teb’ê bê dyanet, dê dełê min ’aşiqim
bo çî nemirim cahîlî mutłeq deka de’wa ke min
camî’î ’îlim û řisûmim bo hemû şit layqim
mude’î şermî nîye îzharî îxlasî deka
dêt dełê wełlahî legeł to yarî canî û sadîqim
bo bijîm dwînaperist, bê xeber her dê dełê
çunke ’aqłimend ferzanim be da’îm fasîqim
herdeme canta be şanê dêt dełê le kwê nexoş
çunke bo derdî hemû ’îllet tebîbî ḧazîqim
yaxuda wabê ke nadan dê dełê bo xom dêm
bê ḧîsab û keşmekeş bo qesrî cennet ḧazirim
wek be kurdîm pê witî, adab û namûs û kerem
her nefamê dêt dełê bo ’adة alilhArabic xarîqim
tu xuda nef’î çîye dunya ke dînî pê deden
ey miḧemmed min be bûnî řeḧmetî ḧeq wasîqim