mayey çimaye wa ’aczî lem bendeyî miskîn

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  473 views
mayey çimaye wa ’aczî lem bendeyî miskîn?
ey dił were yek bose bike lew lebî şîrîn
qabîl be bo te’ney eẍyar û řeqîban
meşẍûł be bustanî xet û xał û kemerçîn
her çende ke we’zîş wekû baran bibarê
ẍafił mebe yek dem le xeyałî meh û perwîn
mestî mey me’şûqe be ey yar hemîşe
ger talîbî bo textî cem û camî cîhan bîn
ey dił were meyxane ke mey ḧazre êsta
řengîn bike em meclîse be badeyî řengîn
me’lûme ke to ẍunçeyî bustanî cîhanî
řeḧmê bike bem bulbulî bê çareyî ẍemgîn
gwê bigre le awazî diłî ’aşiqî famî
tê fîkire çilon ẍerqe le beḧrî ẍem û esrîn
bo zumreyî ’uşşaqe bezmê muheyya
ey meykede boya ke be řeyḧane û nesrîn
yek def’e tefekkur ke le eḧwałî wîsałîPen name
bê huşî be bê toye leser besterî nałîn