demêke denałim le bo wesłî canan

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 3 minutes  1083 views
demêke denałim le bo wesłî canan
derûn piř xiroşe be ’eşqî ḧebîban
dił be narî, min be zarî, mîslî kebkî kuhsare
çu bulbul hemîşe be girye û fuẍanim
nema řaḧetî dił û aramî canim
dił bîmare, bêqerare, ’aşiqî dû çawî yare
selamit leser bê gułî newbeharî
eto řoyî, min mam be giryan û zarî
ahî zarî, lêwbebarî, ḧasle bê çawî yare
be narî fîraqit sûta qelb û canim
perêşan û mestim wekû çawî xanim
şêt û şeyda, bûm le dinya, mirdim le hîcranî leyla
dił şêtî yare qerarî nemawe
be tîrî mujey yar cergî biřawe
dił sûtawe, zor şêwawe, baweřit bê bo to nemawe
demêke be’îdim le bałay dulber
derûnim be coşe, misîlî semawer
dulberî min, gewherî min, şewçiraẍ û řehberî min
mîsalî ’enadîl le baẍa be şînim
bo dûrî gułî řût ’ecayb ḧezînim
zor ḧezînim, dił biřînim, ’aşiqî nûrî cebînim
zemanêkî dûre le bo to denałim
wekû mecnûnî kêwan perêşane ḧałim
ḧał şêwawim, dił sûtawim, mestî boyî zułfî xawim
selamit leser bê gułî baẍî alan
be bała sinewber û be řû mahî taban
mahî taban, şahî xûban, toy çiraẍî bezmî eywan
le bustanî bêtûş derûnim be coşe
le jêr barî ’eşqa diłim zor nexoşe
zor nexoşim, zor bêhuşim, bawerit bê ẍem denoşim
selamit leser bê gułî baẍî kwêstan
le dûrît denałim çi. we ye’qûbî ken’an
ah û giryan, derd û nałan, mawe bo min canî canan
her kes îbay ger le zułfî dûta kird
le çînî cîhana ’ecayb xetay kird
zor cefay kird, zor xetay kird, duşminî seyr û sefay kird
le baẍî wîsalit zemanêke dûrim
le bo qendî lêwit nemawe şi’ûrim
tûtî asa, min le seḧra, bûm ke bo to şêt û şeyda
diłî min le kuncî qefesda çu qumrî
le ’eşqî cemałî to peyweste dekirî
dił perêşan, çaw be giryan, mirdim le hîcranî canan
selamit leser bê mehî asmanî
sîracî cemałit, çiraẍî nîhanî
zolf ’enber, çeşme exter, çołe bê to, deştî pişder
selamit leser bê gułî newřesîde
be mîslî to çawî cîhan qet nedîde
serwî bała, şahî wala, le’lî lêwit camî sehba
le germayî germaw derûn piř xiroşe
diłim wek semawer le dûrît be coşe
yarî canî, mahî sanî, ’aşiqî tom, ger bizanî
wîsałîPen name le baẍatî bêtûş ḧezîne
perêşanî ’etrî gułî meh cebîne
meh cebîne, şem’î çîne, wek suleymanî zemîne