ey musułmanan temaşa ken le fezlî muste’an

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  607 views
ey musułmanan temaşa ken le fezlî muste’an
ḧakmêkî ’adlî wa narduwe bo mu’mînan
bo ’edałet, bo şeca’et, bo sexawet camî’e
saḧîbî sê xîslete ye’nî lebo ehlî cîhan
feřşî ’edłî bo ře’îyet daxrawe da’îme
dadxiwahe bo hemû kes her wekû newşîrewan
da’îme meşẍûłî ḧemdî ḧeqqe, nawî eḧmede
berqerar bê ew ře’îse, ey xuda bo da’yan
řostemîş manendî gurgîn ew deme xoy nagrê
her wekû ḧeyder ke eḧmed bête meydanî zeman
mezre’ey ummêde elḧeq, bo hemû kes nafî’e
her minî bedbext dûr û bê nesîb lew astan
ger çî řîswa bûn le pêşa zumreyî ’aşiq welî
yek be yek êste le baẍî ’uşreta şîrîn zuban
ḧemdulîlla wa le desya xatemî ’îziz û şeref
boye da’îm ’alemî nasûtî bûne paseban
xesrew asaye hemû dem bezmî şîrînî heye
layqe tepłî beşaret lê biden ehlî zeman
hewrî nîsan qetreyêkî cûdî lew des kewtuwe
êste her bew qetreye řengîne wa qutrî cîhan
her le ewweł ta be axir eşrefin ew ta’îfe
lakîn em sułtane řutbey sebqetî kirduwe lewan
ba’îsî lutfî suleymane suleymanî kewa
ehlî emřo bûn be asef, yek be yek pîr û cewan
şukirî xalq lazme elḧeq leser em ’aleme
ger le baẍî kurdîya emřo gułêkî way řwan
her kesê muḧtace ew ba bête qapî eḧmedî
xwanî yeẍmay řaxrawe da’îme bo îns û can
ewwełî îsmî ke elfe wasîtey emnîyete
ḧerfî sanî ḧamîye bo dînî eḧmed bê guman
ḧerfî salîs menbe’e bo çeşmeyî cûd û kerem
ḧerfî çwarem dafî’e bo dînî zîmmey şa’îran
ey wîsałîPen name to ke lutfî ḧakmî weqtit bibê
beste îtir natewê zîw û zeřî gencî cîhan