gałokêkim bû çi gałok gałołêkî zor ’ecîb

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 1 minutes  520 views
gałokêkim bû çi gałok, gałołêkî zor ’ecîb
qet le dinyada carêkî dî nabêto hî wa ẍerîb
meclîs ara bû wekû guł şu’lebexşî can û dił
bo deway derdî nexoşan mîslî dermanî tebîb
yaxwa her çî winî kird û kewa neydamewe
pêy nehêłî ya îlahî sebir û aram û şekîb
min ezanim kê dizî lêm sa’eten ew gałoke
çunke me’lûme xirape řesmî bedkare û řeqîb
ta etwanî xot le bedkar û řeqîban la bide
zor keme çunke ewêsta merd û dana û necîb
meqsedim lem şî’reda tofîqî min nawî nîye
îmtîḧanim kirduwe çun çake bête hem le’îb
ey wîsałîPen name te’zye zor lazme bo gałokit
bełkû xwa řeḧmê bika be minî esîr û dił şekîb