be şu’ley cebheyî adem be nûrî seyîdî ’alem

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  519 views
be şu’ley cebheyî adem, be nûrî seyîdî ’alem
be ḧałî ’ebdî muḧtacim, nizûlî řeḧmetit îrḧimArabic
eger řeḧmê nekey yařeb be ẍayt dił perêşanîn
hemû her çaweřêy sirwey nesîmî řeḧmetîn herdem
bibarêne besermana le hewrî řeḧmetit řeḧmet
be ḧeqqî al û ewlad û seḧabey seyîdî ekirem
derûn û dił birîndarîn, be tîrî mîḧnetî dewran
lebo çak bûnewey herdû ebê her xwa bida merhem
bebê barane damawîn, be curmî poře gîrawîn
le bendî mîḧneta mawîn, xuda řeḧmê neka çibkem
umêdim waye biřjênê xuda řeḧimit be řeḧmî xoy
be sermana, le diłmana, nemênê hîç ẍem û matem
biḧûrî řeḧmetî řeḧman ’emîq û pan û bêsaman
çilon meḧrûm ebîn? nabîn, le řeḧmî xwa wekû bel’em
xuda çî muqedder kird, bełê herwa ebê yaran
be tedbîrî ’ebid teqdîr muẍeyyer nabê zor kem
welî pařanewe şerte le qapî ḧeq wekû adem
ke şayed bînwênê řeḧmet legełman xalqî ’alem
xecałetbar û řûzerdîn, be qeswet dił wekû berdîn
be ẍayet sist û namerdîn, be řeḧmî xot xwa erḧem
meger her quř beserda keyn, le qapî ḧeq be řû zerdî
le curmî êmeye dinya, buwe tarîk be toz û ẍem
be bê twêşûy ’emel çî bikeyn ebê yařeb le meḧşerda
çilon řûman bibê řûkeyne qapî ḧezretî xatem
wekû min řuweş û mucrîm le dinya nabînî hîç kes
meger řeḧman bika řeḧmê we’îlla cêgeme ḧewtem
cuda bo meḧremî danawe cinة alim’ewîArabic
emîn bin nî’met xuda nayda be nameḧrem
wîsałîPen name xatîmey bêne beyanî zîlletî eḧwał
netîce xalq eyzanê, fisil enit lat’ilimArabic