ey birakey kurd řû bike întîfaq

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  478 views
ey birakey kurd řû bike întîfaq
bo ’aqił nabî, lade le nîfaq
takey ekêşî barî bêgane
hetakey mirdî be derdî meraq
derke le diłit ḧesed û kîne
yek bin be řoḧ û be mał û înfaq
ger mutteḧîd bin le weqtî ẍurub
yumkîn pêşkewn bo weqtî îşraq
destî yek bigirin bira û qewm û xwêş
xuda qadre, nasre û řezzaq
bo řizqî ’alem xwa xoy kefîle
û la tiqtilwa xişîh amlaqArabic
kewa bû yektir mekujin bo tema’
cehd ken lebo şîrînî exlaq
ta serî tema’ nebřî kakî kurd
zeḧmet pêşkewî ta yum alfiraqArabic
ey gelanî kurd hoştan bexo bê
zor kes be xwêntan tînuwe û muştaq
wek doşaw û mast têkî heł meden
newek muḧtac bê be kûçey suqaq
be marî ziman yektir megezin
ta neken meylî tiryaqî ’êraq
bira têk meden xakî kurdistan
xo dûçar meken be derdey wenaq
eger pêwîstî lebo pêşkewtin
lade le nîfaq řû bike le wîfaq
xizmî xot bigre bêgane lade
xot zeḧmet mede be ma laytaqArabic
wîsałîPen name ey gel zor bê terefe
da’îm talîbe lebo întîfaq
ne em layye, ne ew layye
leser ayînî mustefayî saq
ger le gwê bigirin pendî wîsałîPen name
mufîde, mufîd ta řojî mîsaq