ey birader gwêt bibê bê gwê mebe herwek ḧecer

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 2 minutes  509 views
ey birader gwêt bibê, bê gwê mebe herwek ḧecer
çun le qur’anî kerîma xwa wehay dawe xeber
xwa bełê kenzêkî mexfî bû le cem’î ka’înat
ca lebo nasîn û ta’et xelqî kird cînin û beşer
çawî danawe lebo dîn ger le řê ḧeq lanedît
řast biřo hîç lamede řêgey ḧeqîqet bigre ber
firsete neqdî ḧeyatit bo dyanet serf key
nek bixiwêt û her binûyt wek ga le deştê ya le der
heste wek merdan le meydan goyî merdî der bibe
to wekû min kwêr û şel nît, xwêřî û bê’eqił û ker
ger wicûd, cûd û sicûdî her nebû, ba her nebêt
fa’îdey bo kes nîye û nabê dirextî bê semer
destedeste bazî kird karwan û řoyîn kes nema
to becê mawî direnge bo le xew nabî xeber
ta dest eřwa heta mawî dexîle hewł bide
to seferçît twêşe peyda ke bo řêgey sefer
řêgeyekî çoł û muhlîk, menziłî dûr û dirêj
baweřê peyda bike bo wextî nezi’ û cwabî qebir
ger be řûtî û bê zewadî bêt û ser řêga kewî
wextî sextî da’emênî wek hetîwî bê puder
bew hemû ’usyanewe çon řût heye biçye ḧuzûr?
bes xerîkî karî bed be, lade hey xakit beser
ger wekû misger be ta’et jengî qelbit la nedeyt
xot muheyya ke le êstawe lebo narî seqer
ger giriftar bûyt be zincîrî ’iqûbet ew deme
to be giryey zor û tobe taze nabî behrewer
ey bira meẍrûrî takey? pîr bûy û hîçit nekird
taze ẍerqî me’syet bûy, zor meḧałe bêyte der
řû le qapîy xwa ke emca řeḧmî xwa bê ẍayete
bełkî xwa lutifit legeł ka lêt bika serfî nezer
nîme ummêdî ’emel cuz ayeyî latqintiwaArabic
pêm xoşe emrî xuda, cêgem beheşt bê ya seqer
wek segî xwêřî ewa hatûme dergakey kerîm
ew kerîme, nabî bêbeş, lew dere bim kate der
ger heta mawî be tobe derdî xot derman nekeyt
to be řûzerdî wîsałîPen name çî ekey yum alxtirArabic?