gwê bigre le min ey badî seba

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 4 minutes  722 views
gwê bigre le min ey badî seba
bê bo berdezerd bê ’uzir û beha
mîrweḧey zułf û řûy ḧebîbanî
hem bo nexoşan derman û şîfa
bo gułistan û hem bo nebatat
her etoy ba’îs bo neş’unma
şatrê nîye çabuktir le to
bo karî muhîm azane biřwa
boye le ’alem to kiray muxtar
ke bibye qasîd lebo enbya
teblîẍî emrî enbya bikey
meşrîq û meẍrîb be goy ’alema
zû bê bo lay min řoḧî şîrînim
îşêkî zerûr wa le min qewma
em namem nûsî be gyan û be dił
bo birader û dost û aşna
ebê be gurcê bîbey bo wajeNamed-Entity
bîdey be destî cenabî kwêxa
zor be çakî xoy bîxwênîtewe
hem bo şêx eḧmedNamed-Entity, hem seyd ’ebdułłaNamed-Entity
îstîd’a ekem le qapî eḧed
dûr bin le derd û alam û beła
meqsedim ewe ey řoḧî řewan
lepaş teblîẍî selam û du’a
şayed tê bigen ke metłeb çîye
nek her lam ser lam bîxene ewla
ew seyd ’ebdułłayNamed-Entity baneyî meşhûr
nek seyd ’ebdułłayNamed-Entity cenabî mela
ew çun melaye mukellef nîye
bo xom ezanim usûlî mela
eger waş nebîn her pêman ełên
her ełê bêne, mela nałê ha
eme meşhûre, feqet diroye
esił û esasî nîye bewełła
em neqłe diro kewtote dwaman
bote şoretî tewawî dinya
pêy mar û nanî mela û çawî mûr
em sêye hîç kes neydî le dinya
her kes em şî’rey meşhûr kirduwe
zor awis buwe le kêrî mela
dewłetî mela şer’ û ḧedîse
kê su’alî kird mela bêdeng ma
bełê su’alî şer’î le mela
bikirê, necîle ger cwab neda
le sed yekêkim nedî le mela
be emrî şer’ û be qewlî aẍa
bîbê wekû ’am dewłetî dinya
dakekeym ga, be kêrî kwêxa
lenaw em şî’re tayefey mela
kunemşikyan lê bote sera
melay quřbeser le hîç cêgayê
nawêrî bika îddî’ay sexa
çî ka ke neybê, çi bida be xełq
wa xełqî ełên řezîle mela
mela her ebê ’alem bîdatê
eger neydenê mecbûre biřwa
namaqûłî kird, serî da le berd
her kes ew beytey xiste dwa mela
emir be me’rûf, nehî le munker
lazme bîken tewawî mela
mwafîqî şer’ eger em dwane
yek le melayan becê nehêna
ewe zor ḧeqe pêy biłên bexîl
nek bo nanêk û dû sê pyałe ça
mela ke neybû bo dîn teblîẍat
yexey egîrêt le dinya û ’uqba
wîsałîPen name besye to xerîkî çît
emca beḧseket wergêře ser ka
le meř û hêsir, mayn û wiştir
ye’nî le hemû serwetî dunya
zyatir le lutfî ḧezretî barî
nîme be ẍeyrî yek taqe manga
sê řoje ewîş wekû řemezan
her be řojuwe, hîç nîye bîxwa
sa’im aldihirArabice, qa’im allîlArabice
řû le ta’ete, xwa lêy qubûł ka
meşẍûłî sewm û silûke da’îm
qet ẍafił nîye, wek kake ewza
meşhûre řojî îlyas û xidir
ewîş eygirêt be nyazî ka
pêy ełêm wa to mirdî le birsa
ełê lêm geřê carê qeynaka
řojû naşkênim ta le wajeNamed-Entitywe
aşna û kwêxa bom nenêrin ka
wextê kam bo hat řojû eşkênim
le wextê îftar exwênim du’a
memnûnî kwêxa marfNamed-Entityyiş ebim
wekû salîkan ḧemd û senay xwa
asarî biřî zistanî emsał
me’lûme lêtan, hîç lazim naka
zistanî emsał, xulasey kelam
bixt alinsirArabic bû, kewtewe dinya
wîsałîPen name bête xetmî eş’arit
îtir her to nî û dû sê gwênî ka
bełam kake gyan ka-ketan ka bê
nek paş axuřî bizin û ker û ga
eger ka nebê qubûłî nakem
qeynaka ba her bimênê de’wa
eger ka nebê, mangake bimrê
ḧeqî ewîştan me’lûm dête pa
me’lûm bê lêtan kay bo nenêrin
řojî qyamet dîwan danra
ke muqabîl bû bo murafe’e
mwafqî ḧeq, mes’ûltan eka
le wajeNamed-Entity û sinkêNamed-Entity û hem le berdezerdNamed-Entity
le mêkûkanNamed-Entity û hem le şemsawaNamed-Entity
’edałetî ḧeq çon qubûł ekat
mangakey mela bimrê le birsa
eger neynêrin xotan ezanin
ewa wîsałîPen name pêy witin bo xwa