ey ḧelawexan xuşkî xoş kelam

From the Book:
Dîwanî Wîsaɫî
By:
Wisali (1902-1973)
 5 minutes  724 views
ey ḧelawexan, xuşkî xoş kelam
mubarekit bê serapa aẍam
temenna ekem le qabî eḧed
her řêk û pêk bin, nebînin alam
awêney diłtan mukedder nebêt
her saf û řûn bê, wek sefḧeyî cam
ta hen le dinya hewłguşa bin
her řabwêrin be xoşî û aram
her kameran û meqsûd řewa bin
leser sîḧḧet û ’eyşî bê xîtam
her pêkewe bin wek guł û bulbul
lêk cuda nebin ta tûlî eyyam
řûxoş û diłxoş lêw be xende bin
wek ’aşiq legeł yarî diłaram
min wek êwe nîm bê beştan nakem
le du’ayî xêr wextî subiḧ û şam
çunke min da’îm êwem le bîre
le bîrim naçin ta dê întîham
her legełtan bêt, da’im alawqatArabic
lutfî ḧezretî ḧeyyî laynamArabic
emca beyanî metłebim ekem
bo êwe lepaş dû milwên selam
wa pêtan ełêm nabê ’aciz bin
le her çî eyłêm begwêrey meqam
axo qet carê yadî min eken
ey xanim legeł şêxekey aẍam
gileyî eken her le dûrewe
ḧuseyn bo nehat ew şêtey nefam
qeynakat yaxwa noşî gyantan bêt
çîlî şîrîn û piř řeng û xoş tam
řojtane îmřo firsete bîxon
goşt û piław û enwa’î te’am
xwarditan bebê řenc ew gişt birince
minîş be xepley wişkewe xinkam
wa le çing sermay zistanî emsał
zerd û ze’îf bûm, becarê fewtam
her nemdî carê dû hoqe birinc
ke bom binêrin be wechî în’am
hîçîşim nedî, gileyî eken
le bendey feqîr, ye’nî bê wefam
meseley diz û mał xo meşhûre
êmeyş herwehayn xulasey kelam
le bêwefayî xotane qurban
eger ḧeq biřon her min bewefam
nembîst û nemdî ke êwe carê
le min bipirsin mawim ya nemam
heq waye gewre le biçûkî xoy
her lêy bipirsêt da’im alimdamArabic
ey ḧelawexan to bo çî gořay?
xo to zor çak bûy legeł xas û ’am
řûxoş bûy sabîq ey ḧelawexan
xełkit bang ekird bo nehar û şam
êste nazanim xanme xasekem
bo çî wat lêhat ey şîrîn kelam
te’eccub ekem le bêřeḧmî to
ne carê kaẍez, ne carê selam
le ḧemdî xwawe le tereqqî dan
’alî řutbe bûn, derçûn le qewam
ger kes nenasin heqtane biłên
şêx suleymane û minîş belqîsam
bixon çêştî çewr hem taskebabî
mepirsin ḧałî feqîr û eytam
îdare êmeyş dar û xełûze
êwareş exoyn le şorbay bêtam
řeş bûyn wek xełûz, řeq bûyn wekû dar
werin bibînin serapa endam
gişt bo kebabê her bûyne kebab
bêhoş û xamoş wekû miqebbam
êweş her exon napirsin le kes
be řast û çepa kişmîş û badam
seyrî ew hemû birince cwane
xwarditan bê ḧiseyn lêtan bê ḧeram
xanim qeynakat ba bimanmênê
wextî xom qisey xom ekem temam
her kesê nemrê teḧemmulî bê
netîce egat be hemû meram
çon qubûł ekat ’edałetî ḧeq
êwe řon bixon minîş nanî xam
şer’î êwe û min ba her bimênê
heta meḧkemey xudayî ’ellam
lewê de’watan leser qeyd ekem
be şerî’et ayatî kelam
êwe nîtane řêgey î’tîraz
hem be ḧedîsî sîd alanamArabic
qisey xîlafîş naye be demma
şerte kirdûme ta leser dinyam
’edałetî ḧeq şer’iman ekat
ta meḧşer nayê xatîmey kelam
ew wexte ca lêk epirsînewe
mucrîm der’eçim, aye bê xetam
lêm me’lûm buwe ke lay her dûktan
ḧiseynî meẍdûr neyma îḧtîram
be filsêk naçêt ḧiseyn lay êwe
wek şayî ’ecem le bêrût û şam
xuda bom bika pêtan eřêjim
daxî diłî xom řojî întîqam
êwe le ḧałî ḧiseyn napirsin
min be temay çîm ke lêre melam
şêx ḧiseyn şerḧî ḧałî xoy eda
şayed îşekey biga be encam
mela şêx miḧemmed to be tema çît
ya toyş le diłda ełêy be temam
wîsałîPen name bê şik duřřî eş’arit
zor be qîmete lay ’alî meqam
baqî lew dîwe eş’arekanim
fîkirî lê biken zor be îhtîmam
ẍem mexo dinya xoş ekat boman
lemew la xuday sabiq alan’amArabic
bêşk meramman cêbecê ekat
êweş be şadî heł biken e’lam
her wek qudsî û se’dî û nîzamî
bêne xatîmey şî’rî xoş nîzam
nezmî eş’arim cwane etirsim
neřwa be qîmet lelay şa baram
etirsî şêxîş lay nařewac bê
her be qîmete lelay guł endam
meşhûre her dû ’alî hîmmetin
her wekû ḧatem bo cûd û îkiram
beyanî metłeb wîsałîPen name kirdit
îtir besyetî, baqî walsilamArabic