nizay dirext

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  1251 views
biray mirov, minî dirext hetakû emirim
berî xoşî û bextyarî bo êwe egirim:
bo her werzê, bo her piley temenê ke dê
corê tam û corê sûdî xomtan edemê
le kiřêwe û sermawsołey sextî zistana
kełepşikoy agirdanim lenaw małana
tînî germam, kiłpey giřî zuqim řewênim
bo çîrokî dapîre gyan her xom hewênim
her minîşim agirî newroz da’egîrsênim
mijdey behar be gwêtana zû eçirpênim
lejêr sayey diłnyayîy mindaye diłdar
sikałakey heł’eřêjê bêtirsî bedkar
bo dîlanêy mindałantan, pet le mil exem
legełyana yem û eçim diłxoşyan ekem
xoşewîstî kuřî ladê û kîjî naw şarim
çepkê diłxiwaz, mayey şadîy xałey cûtyarim
qirçey germaş, sêberêkim řêy hetaw egirim
areqî paş hîlakbûnî mandiwêtî esiřim
min kołekey xanûberey jûrî jyantim
gułî dest û, dergay kunicit û, çiray gyantim
ta tewreket cêdestekey, ta keştît minim!
ke bûyt lankim, ke mirdîşît, textey şitnitim
qełemî bîr, gałokî şwan, mêzî xwêndinim
bo şewgarî pişûdanit, textî nûstinim!
nizay minîş, pařanewey řû le êwenan
her eweye hełîmebiřn bom destî tawan
meybiřnewe, çił û liq û popim meşkênin
tu xwa eger geşey jînim lê bişêwênin!