zerdexene le firmêska

From the Book:
Tirîfey Heɫbest
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 5 minutes  1286 views
1
gyane bîstim, ke pirsîbût çone êsta
legeł jîna, legeł dananî hełbesta
wek xoy mawe şêwe û řengî, yan gořawe?
dengî wek ewsa zułałe yan xinkawe?
***
wekû caran qisekanî her zînduwe?
yan sardusiř wek dem û desî mirduwe?
be terazûy ’eqłî dwênê xełk seng eka?
be şwên hetaw, yaxud sêbera, řa eka?
***
wekû caran, zor gewrenaw wa enasê?
yan ew bergey bîrî konî xoy gořîwe?
be wateyan, tenaf bo mil, heł’ewasê?
yan zor milî lew tenafe dabřîwe?
***
tu xwa êsteş wekû caran diłî teře?
yan gułałey beharekey hełwerîwe?
wekû caran, pêş birsêtî le ser, sere?
yan le jengî naw komeła, dił řizîwe?
***
wekû ewsa ke emnasîy, gyanî geşe?
yan demarî hestî siře û bencî xewe?
nanî jînî, nanî sipî, yaxud řeşe?
řencî şanî bo řûnakî yan bo şewe?
***
ełên piştî cîřî dwênêy, emřo lejêr
barî qursî nebûnîda komaweye?
ełên dostî zorî dwênî bo çaw bigêř
tak û teraş le çawî ew şaraweye
***
ełên emřo be darşeqî, řêy bêkesîy
laşey sistî wekû peřoy hełgirtuwe
tu xwa řaste momî dił û darî desî
le tarîkîy şewî ’umrya win kirduwe?
2
weramekan le qefezî sîney yada
wek bulbulî hîlakî xew, kiz hełnîştûn
pirsyarekan le tînwêtîy ser řêgada
zoryan lenaw çûn û xinkan, zoryan mirdûn.
***
gyane herçend şî’irim lenaw temî xema
pel ekutê řêgey wine, bełam bo to
berew samał řêge ebřê, tem la’eda
demî weram ger «go»yiş neka, bot dête go.
***
gyane řaste em çend sałe destî azar
deqî peřey lawêtîmî jakanduwe
çawî tîrî piř le şewqî par û pêrar
emřo kize û cwanî le xoy toranduwe!
***
řaste pencey nasor leser kêlî bextim
hełbestêkî çarenûsî wişkî nûsîy
řaste řêgay bîst û ḧewtî ’umrî sextim
beharêkî bextyarî ta ser nedî
***
bełam gyane, dengî emřom zyad le dwênê
zułałtire û, benaw jyana bał egrê
qisey zîndûm, ta diłî mirdûş edwênê
şiney wişey ta firmêskî naw çaw esřê.
***
řê win ekem, xom win ekem, bełam gyane
hergîz xorî serfirazîy kurd win nakem
jyan lay min, berew hîwa, kołnedane
ger wa nebê be dił xwastî mirdin ekem.
***
gyane dwênê ke etnasîm wek minał bûm
girêy destim exsite naw dan û naw dem
ew serdeme saway bîrî giřugał bûm
nem’ezanî ełqey firset çon le des kem.
***
ew serdeme nałey birsîm ehate gwê
çawim ekewt be firmêskî çawî azar
pelî kwêrim egirt embird heta ser řê
eşminûsî bimrê zistan, bijî behar!
***
bełam gyane, ewsa minîş poşte wek to
leser têrîy, basî birsêtîm bot ekird
qisey cwanim exsite gîrfanî diro
lejêreweş ałay řyam pê heł’ekird.
***
řaste ewsa jyan wekû diłî sawa
asmanekey bêgerd bû, pak bû, samał bû
bełam gyane, řêgay mêşkiman le çawa
bo řêbwarî beng kêşî xew û xeyał bû.
***
baweşî naz hîway diłî řa’ejenîm
tarîkeşew kêwêkî tirsî besam bû
le kam teqe, zor biçûke, řa’eçenîm
diłnask û bîr kał û kirç û nefam bû.
***
espî xeyał lejêr lêfey germî şewa
bo kam dinya êcgar dûre ew eybirdim
ḧezî derûn çîy bwîstaye, boy elwa
legeł toşa, desî pê le mil ekirdim.
***
bełam emřo ew azarey min eyçêjim
azarêke bextyarî tya ebînim
ew çawaney ke firmêskî pê eřêjim
çawêke towî pyawetî tya eçênim.
***
le jyanî tiftî emřoy kizir û dêma
sibeynêy teř û parawî kurd ebînim
le hewrazî sext û areqî ser řêma
dwa’encamî serfirazîy merd ebînim.
***
le her axêkî naw singî piř le swêma!
hezar kispey cergî korpey kurd ebîsim
lenaw hemû heniskêkî quřgî xoma
dengî qirçey diłî dar û berd ebîsim.
***
ew zewîyey emřo wişke û gasnî xem
naxî derûnî be danî řiq ekêłê
ew kotrey emřo leber baran û tem
bêçûy hêlaney aramî cê ehêłê.
***
sibey zewî le her bistêkya kanîyek
wekû çawî qirjałî řûn, heł’equłê
her kotrey be xwêndinî goranîyek
bestey jyanî azadî bo gel ełê.
***
bełê gyane le tarîkîy şewî řeşda
çawim xorî naw şebeqî jîn ebînê
le giryanî naw azarî zamî leşda
umêd, dyarîy pêkenînim bo ehênê
***
le payîzî lêwî wişka, le xezana
zerdexeney beharî dił ebînim min
le baweşî befir û zuqma, le zistana
çepke nêrgiz, yaxud newroz, ebînim min.
***
lenaw her qetre xwênêkî lê řijawma
gułî baxçey azadîyek ebînim min
le her gułegenmêkî lê sûtawma
sibey xermanî şadîyek ebînim min.