demêke min le ẍurbetda ẍerîqî beḧrî ḧîrmanim

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  1496 views
demêke min le ẍurbetda ẍerîqî beḧrî ḧîrmanim
bebê guł ẍunçedem daym muqîmî kuncî giryanim
le şwênî bulbulî dił mat û sergerdan û ḧeyranim
demê bo guł, demê bo dił, zelîl û zar û giryanim
gułekem řo, diłekem řo, be carê małî wêranim
diłî mîḧnet zedey birdim, be goşey çawî bîmarî
be şertê bê nyazim ka, le maçî lêw û guftarî
ewêsta ger debînê min, depoşê baẍî řuxsarî
musłimanan temaşa ken le şerit û ’eqił û řeftarî
gułekem řo, diłekem řo, be carê małî wêranim
wekû ney kun kune cergim be nûkî tîrî mujganî
gułî ’umirim diřa pakî le hat û çûnî zułfanî
şika piştim, biřa cergim le ḧesret wirde xałanî
xudaya bo nema ’ehd û qerar û meylî caranî
gułekem řo, diłekem řo, be carê małî wêranim
řefîqan ger depirsin boç denałênî? çi qewmawe?
le ser min wacbe şîwen, heta hoşim le ser mawe
temaşay bulbulî dił ken, be naḧeq xo nesûtawe
dełên emřo le min zîze, gułî newřeste torawe
gułekem řo, diłekem řo, be carê małî wêranim
firîştem takû yawer bû, be daym ’îşwekarî bû
sirûrî meclîsan xoş bû, be zarî ’îşqî narîPen name
le baẍî wesłî diłda bê ẍem û endoh û zarî bû
ke bextim çû, gułîşim çû, diłîşim derdî karî bû
gułekem řo, diłekem řo, be carê małî wêranim