mexmûrî mey û ẍemzeyî dû nêrgisî kałim
From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
3 minutes
1226 views
mexmûrî mey û ẍemzeyî dû nêrgisî kałim
pamałî xumarî meye, îdrak û kemałim
bê şem’î řuxî şewqî nîye goşeyî małim
bo mîhrî wefa, şahîdî meyxaneye ḧałim
dîdekał û şem’î mał û řû be xałim bo nehat?
karim hemû giryane be dem mîḧnet û derdo
mirdim le êş û ofî qisey dujmin û bedgo
bo şîwenî min dengî nebû, turkî cefaco
lem talî’ û bextî bed û sergeşte xuda řo
turkî çîn û mehcebîn û nazenînim bo nehat?
bê neẍmeye yek bare çemen daxî giranim
gułşen be demê çołe, bebê serwî řewanim
bê şahîd û bê meyl û şekerřêzî cîhanim
wêran û perêşane, ’eceb baxî gułanim
new ẍezal û qed nîhal û bê mîsalim bo nehat?
şî’irim wekû mey ba’îsî enwa’î nîşate
sermayeyî şor û tereb û ’eyş û ḧeyate!
tûtîy diłekem muntezîrî qend û nebate!
bo nuqłî diłî ’aciz û bê sebir û subate!
bade noş û qend firoş û surme poşim bo nehat?
şeyda sîfet û ’aciz û bê sebir û şekîbim
aşufte û sergeşte û bê yar û ḧebîbim
her min le tereb ’aşiqî bê sehim û nesîbim
gîrodeyî derdî sitem û destî řeqîbim
turkî ceng û şox û şeng û lale řengim bo nehat?
behbeh le girohî sefî mestane ḧîsabim
lay murşîdî meyxane muleqqeb be cenabim
hem saqî û hem cur’ekeşî camî şerabim
ustadî ney û tar û mey û çeng û řubabim
bade xwah û mû syah û keç kulahim bo nehat?
bê neş’eyî dîdem, şewî yełdaye meqamim
xałî le şemîmî guł û şewboye meşamim
çunkû eserî qet nîye, encamî meramim
bê řewneq û tertîbe, gułî nezim û kelamim
nûrî çaw û bo guław û tuřře xawim bo nehat?
bîmar û nexoşim, be ẍem û mîḧnet û hîcran
îşim be hemû dem buwete şîwen û giryan
aramî nema murẍî diłim, mat û perêşan
bo řeḧmî nebû, lutfî nema kes be ẍerîban?
dîde baz û ’îşwe saz û dił newazim bo nehat?
bê yarim û bê hem suxen û hem nefesêkim
bê hemdem û bê yar û bebê dadřesêkim
bo nukteyî şîrîn nefesî wek megesêkim
muḧtacî nîgah û nezerî mîhrî kesêkim
hem ziman û nîktezan û mîhrebanim bo nehat?
narîPen name çîye lutfî nîye derbanî nîgarim?
sûçit çîye lataqmî dîwanî nîgarim?
bitkem be fîday tuřřeyî fermanî nîgarim
to bêje be yaran û ẍułamanî nîgarim
emrî şah û ḧukmî cah û def’î ahim bo nehat?