bo nefsî xeta çû be ’ebes ẍerqî xeta xom

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 3 minutes  632 views
bo nefsî xeta çû be ’ebes, ẍerqî xeta xom
hem saye legeł fasqî bê şerim û ḧeya xom
meḧkûmî hewa xwahî tełebkarî řya xom
bê ta’et û zîkir û ’emel û ḧemd û sena xom
řûzerd û ser’efgendeyî dîwanî xuda xom
nabê be beşer kes be ser û sûret û qamet
ta cîlwe neda me’rîfet û zuhd û keramet
nek wek minî weḧşî ke demê nîme nedamet
bo setrî xetapoşî ’îbadet le qyamet
’uryan û serasîme û bê berg û newa xom
yek leḧze nebû min be hewes řû le xuda kem
terkî ’emelî me’syet û řesmî cefa kem
xom maylî dab û řewşî ehlî fena kem
samin be çi řû, řû le derî darî beqa kem
damaw û ḧezîn û xecłî řojî ceza xom
geh maylî ḧîrs û teme’ û buẍiz û ’edawet
geh ’aşiqî bezim û terebî ehlî şeqawet
geh talîbî řîşwey ’ebes û pûç û qezawet
poşîwye hemû lewḧî diłim gerdî qesawet
bo ḧusnî řeweş bê hunerî sîdiq û sefa xom
musrîf řewş û ẍafił û bê zuhd û qena’et
pêçamewe dêwane sîfet ser le îta’et
hengamî ẍem û zelzele û gerdişî sa’et
bê toşeyî e’mal û bebê neqid û bîza’et
bê me’rîfet û řuşd û bebê nûr û zya xom
peyweste legeł ẍeybete ewradî zubanim
bo babî nezer şahî nezerbazî cîhanim
serpakî piřupûçe meqalat û beyanim
min musteḧeqî serzenşî pîr û cwanim
bê ḧurmet û bê ’îzzet û bê qedir û beha xom
’alem kesef araye le hengamî ḧîsaba
e’malî xelayq řuxî zerde le ḧîcaba
mes’ûle hemû kes le gunah û le sewaba
ew řoje minim mat û xecałet le cewaba
gîrodeyî dawî ’emelî qubiḧ û beła xom
nagem le terîqî hunera qet be nîzamîNamed-Entity
yaxud le siluka be derî dewłetî camîNamed-Entity
dûrim le xezêney keremî murşîdî şamîNamed-Entity
bê bexşiş û feyzî nezerî şahî ḧîsamîNamed-Entity
bê pirtewî enwarî ’ezîzanî sefa xom
nagem le edebda, be sefî pakî murîdan
yaxo le wefada, be wefadarî se’îdan
mehcurî sefî xwanî sexay şahî şehîdan
bê behre le xasanî xuda û řû le pelîdan
bê xêr û peřagende û muḧtac û geda xom
narîPen name be heder řoywe ewqatî ḧeyatî
’enqa sîfete ayet û asarî necatî
nuqsane be terzî xîredî sewm û selatî
wa çake biłê takû demî řojî mematî
meḧrûmî wezîfe û sunenî fexrî weřa xom