çunke hemderdî suleymanim le sîḧrî dêweda

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  792 views
çunke hemderdî suleymanim le sîḧrî dêweda
mesłeḧet waye biřom bo xom be herd û kêweda
her kesê ger meylî meḧbûbî be dunya bê debê
sebrî wek min bê le ber êşî felaqe û çêweda
małî dił şêwê ke tacî ’eşq bazî naye ser
wa le xoy qapî wîqar û î’tîbarî pêweda
mew’îze û tezwîr ey dił! bênewe ser beḧsî guł
qûtî řoḧî bulbulî dił wa le ẍunçey lêweda
mu’cîzey ḧusinit nebê, ey aftabî bê nîqab
subḧî sadiq key tilû’î da le nwêjî şêweda
řehzenî fîkirim penagahî yexey bigrê be zor
wehme kes qabîl nîye, diz bê, le baẍî sêweda
baẍî guł! xendanî; ef’î! baẍebanî, tîflî dił
çû lebo ẍunçey demî, řeşmarî zułfî pêweda
bo hemû kes xwanî yeẍma bû, şekerxendey lebî
bo minî bêkes cwênî tirş û tałî têweda
naryaPen name xo terkî dinya ayetî azadîye
bo giriftarî le bît alḧuzinArabicy em bê xêweda