min mindałî biçûkim ’umirim sałî tewawe

From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 1 minutes  436 views
min mindałî biçûkim, ’umirim sałî tewawe
ger epirsî le nawim «’ebdiwalḧemîd»m nawe
babî mine «seyd eḧmed» leqebekey mezłûmPen namee
îsim û şuhret û kunyey lem nawe da me’lume
le řûy lutif û merḧemet, nesîḧetî ekirdim:
le bo ’îlim û me’rîfet berew xorî debirdim
řołe hetakû lawî le bo ’îlim û me’rîfet
se’î ke to be da’îm, bigre řêgey ḧeqîqet
şu’ley ’îlimit derbixe le tarîkî cehalit
dił piř bike le şewqî ’îlim û fen û ’îdalet
ebê xizmetî weten be dił, be ferz bizanî
ḧubbî wetinit bibê, saḧêb dîn û îmanî
nesebî xot binase bizane ke to kurdî
saḧêbî şah û sułtan xawenî şêr û gurdî
bo nasînî qewmî kurd ’îlim û te’rîx bizane
be çawî xot debînî ke kurd şêrî jyane
çend şah û çende sułtan le te’rîxda beyane
yeke pyawê meşhûre serkirdey mîdekane
kurdanî bawik û bapîr mezłûm nebûn wek ême
eyangût kurdistan daykime hem nîştecême