min kiçe kurdêkim huşyar

From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
 1 minutes  305 views
min kiçe kurdêkim huşyar
puxte û xawên û nazdar
eçme mekteb exwênim
řegî cehil derdênim
ke xwêndinim kird tewaw
ebim be kiçêkî nasraw
le řêy berzî wiłatim
ser dananê awatim
bo xizmetî hozekem
le meydana toz ekem
be şimşêrî îtîfaq
derdênim řegî nîfaq
xûme řastî û azadî
ejîm be xoşî û şadî