mujdey nesrete le hemû lawe
cengî duwem
From the Book:
Dîwanî Mezɫûm
By:
Mazlum (1916-1955)
1 minutes
476 views
mujdey nesrete le hemû lawe
ełmanyan şikan, geřawe dwawe
leşkirî çerçił wek şêrî cengî
hêtlerî tewaw hênaye tengî
îtalyay lêkird wa piştî şika
nifuzî nazî lay çirçîł nema
hêtler hatuwe dujmin bikujê
her xoy le meydan xwênî eřjê
kirdewey waye le zuwewe ełman
şeřî xo tiřên eka bêguman
***
kwa heraw guřew gezafî hêtler
eyût eygirim mîsru siknider
ew dinyay be gay bê kawan zanî
bigrê û bikujê û bika tałanî
le bo řîşî hat simêłî na ban
kirdewey waye hêtlerî tawan
lay îngilîz, ełman nîyetî nigîn
wek şeřî pêşû eybate berlîn