metle’î subḧî se’adet mezherî ’ilim alîqîn

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 2 minutes  1356 views
metle’î subḧî se’adet mezherî «’îlmu alyeqînArabic»
ey sipehsalarî fewcî enbya’ û murselîn
bo newaziş, zatî ḧeq hem ḧuccet û hem dengî to
şahîdî te’zîmî to bû yawerî ruḧu al’emînArabic
muşkî tozî damenit, ’etrî demaẍî etqya
ye’nî bo te’sîrî bînş, ’înî surmey xakbîn
řû le kê kem ẍeyrî to ey şafî’î zumřey esîm
min gunehbar û xecałet, to şefî’u almuznîbînArabic
xom le quř bigirim be carê her le pê ta tewqî ser
bełkû lutfî şahî lewlak bê necatim da le şîn
musteḧeqqî tîr û taney aşna û bêgane xom
wacbî řeḧmim bese ya reḧimitً lîl’alemînArabic
řût û qûtî meḧşer û bê saye û aware xom
mezre’ey ’efûy xuda nabê bibê, bê xoşe çîn
ḧesreta meḧrûmî şehd û zyaretî şubbakî tom
bo neřêjim eşkî ał û awî germ û ateşîn
ey ḧebîbî xalîqî ’alem tereḧḧum ta zuwe
ew segî esḧabî kehif û min segêkî tabî’în
řû le qapî mustefa ke bêje ya xeyru albeşerArabic
nîme toşey řêge, cuz îxlasî alî tahîrîn