her çende demêke le xema ẍerqeyî xûnim

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 1 minutes  1520 views
her çende demêke le xema ẍerqeyî xûnim
her leḧze le des cewrî felek mat û zebûnim
besrawe be zencîrî elem gerdenî şewqim
meşhûre lenaw ehlî cîhan şorî cinûnim
elfî qedekem řast wekû tîrî xedeng bû
wa xem buwe êstake, ełêy, ḧelqeyî nûnim
me’şûqe ke wa mûnîsî řoj hemdemî şew bû
wek ahûyî řem kerde le çing bextî nigûnim
dił mołkî ’ecem, ’eskerî xem, leşkirî salar
wêranî eka axrî bê sûde fisûnim
merhem ke şefabexşî birîne be ḧeqîqet
wek daxî le ser daxe, le bo daxî derûnim
çunkû hemû şêwawe cîhan terz û řewştî
yeksane le lam şadî û xem, bûn û nebûnim
sed şukirî xwa merkezî sed mîḧnet û derdim
wa tê mege lem da’îreyî çerxe bîrûnim
tahîrPen name wekû mecnûn le xeyałî řuxî leyla
dêwane, le seḧra û serasîme le tûnim