nimûney řûyî toye mahî taban

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 1 minutes  1675 views
nimûney řûyî toye mahî taban
nezîrî mûyî toye řengî qetran
le şekirbarî lêwit bê nesîb bûm
bełê, her teng řozîn ehlî ’îrfan
be maçêkî debexşim ger kerem kat
cemî’î xerc û dexłî mołkî baban
biro û řoxsar û zułf û lêwî ałit
şew û řoj û hîlal û ’îqid û mercan
bîḧemd alilhArabic etoy emřo be xûbî
le cêy ferzendî xasî pîrî ken’an
ne min maçî lebî tom bû be qismet
ne eskender geyşte awî ḧeywan
be zahîr kem debem îsmî wîsałit
le xofî ḧasîd û bîmî řeqîban
ḧîkayet bû le tûlî zułifit îmşew
heta cem’î řefîqan bûn perêşan
were teslîm ke řoḧit ba xelas bî
etoş tahîrPen name wekû cem’î řefîqan