numayşinamey seydewan
[dengî dehoł û zuřna, le dûrewe, le metnida]
wêjer:
dewarî řeş wek xałî ser gonay kîjêkî cwan û le dawênî deştî sewzî beguł xemłîw bote nexiş. behar ełêy gyanî ewîne ehejête naw henawî siruşt. zerdey xoretaw kirasî xaray kirdote ber çya berzekan. řûbarî kef çerên wek keḧlanî tazegîrawe ḧîley dê û berew nişêw pel ekutî. likî berzî hemû darêk betîşkî xor, zerdey tê zawe ełêy dar hemû leşî bote çaw û eřwanête ew mele ewîndarane ke be cirîwey xoyan bestey behar û jyan be gwêy golawî mendî çaw be xewa exwênin. dehoł kut û zuřnajen le meydanêka ke be dewarî řeş dewre dirawe, xerîkî lêdanî ahengî «seḧerî»n. xewî xoşî paş şeketî, wek diłdarê ke taze hatbête cêjwan û beperjînî destemlan û dawî leser lêwdanan řêgay siłî û řakirdinî le diłber tenîbê, mawey nededa dû pêłûy çawî gencan des leyek berden, bełam dengî nirkey dehoł û zuřna be ahengî diłbizwênî «seḧerî» wek şepolî bonî gułałe xoy ekird be delaqey gwêy lawanda û legeł xoya çepkê hestî sûrî diłdaraney exsiteser sîney dił. her çaw bû wek pencerey berew xor ekirayewew her lawî tasebarî hełpeřkê bû řa’epeřî û řûy ekirde gořepanî cêgay hełpeřkê û zemawend. paş maweyek dewar çoł bibûn û meydan leber ḧeşîmet cimey dehat. mîrî ’ezîzî serokî ’êlî dasnî le xêwetî sipî xoyda ke etkut take çiłî sipî naw řîşî řeşe, danîştuwe. çen řîş sipî û keyxuday dasnî lelay danîştûn û çend noker des leser deskî xencer çeşnî peykerey berdîn, bêdeng westawin. ’ezîzî dasnî řû ekate řîş sipî û mezne pyawekan û ełê:
―«emřo ełêy řoj boye hełatuwe ta le şadî mina hawbeş bê. ḧefta beharim beřê kirduwe, bełam beharî em sał pêş ewey serî «sîpanî» biřazênêtewew çyay meẍłûbî bixemłênê, le diłî mina xêwetî hełdawe. ledarayî û samanî cîhan sê kuřim heye ke emřo zemawenî hersyanyane. eme bo bawkêkî pîr, nîşanî axir bexêrîye. kuře ceḧêłî dasnî her wek le řojanî sextî şeř û kuştara şan be şanim westawin le şayîyekeşma be hawbeşî piř be diłyan, diłmyan geşandotewe. hezar û hezar bar şukir xway mezin; min gencî xom lem sê kuředa bedî ekem. nêçîrwanim kuřî şeřu gowend û meydane, melkewanim gewrey xêł û sepan û şwane, seydewanim xanî xanan, qise le pêşî derk û dîwane.»
[mûsîqay kurt. wirte wirit û piçey çend kesêk]
mîr ’ezîz [beḧesretewe]: «ne; le karî gewrey xêłî dasnî naçê. lêm deken be peřoy şîn û beser şanma eydûrin. beyanî lenaw hemû dewarêka le dîwanan, le geřek û kołanan eyken be bend û bałore û ełên ’ezîz zemawendî têkda. diłî gencanî dasnî şikan. ne. deng nakem. ba le diłî mina kundebûy merg bixiwênê. ba legeł her pêyek ke kořî hełpeřkê beser zewîya eda, bendêk le diłî min bipsê û ba xirmaney xem le dewrî serim bihałê, bełam nełên ’ezîz mîwanî le małî xoy derkird. ba nełên cyawazî dana le nêwan kuřî xoy û kuřî ’eşîretekeya. xwaye birya şwanêk bwayem û bimtiwanyaye pejarey mergî «melkewan»m le gerûy şîn gêřî şimşałewe biřjandibayete naw dołî çyay sîpan ta agirêkî wehay tê berbiwaye ke heta hetaye ne çiłe gyayekî lê şîn bwaye û ne ask û meřekêwî be hîway befrawî jêr befrî çend sałe lêy bibwayen bemîwan; ne qet carêkî tir şengebêrî û şořeswarî xêłatî kurdewarî bîken be cêjwan. bełam min meznî ’êlî dasnîm. şîn gêřanim şûreyyew destî hełpeřkê berdanim lê naweşêtewe. xudaye sebrêkim dewê û be’endazey diłopî zeryay wan û zêye badînan, be qederayî gełay darî cengełî serdeşt û merîwan».
wêjer:
mîr ’ezîze korey dasnî sê bûkî be řojêk bo sê kuřî gencî hênawe. serokî pîrî ’êlî dasnî le hemû tîrew xêłekanî ’eşîretekey xoy gêřawetewe û kořî zemawend û hełpeřkê germe. xoşxiwan û beyt bêj, lawik û ḧeyran ełên. lem kateda seydewan dête jûrewe û be çaw bawkî tê’egeyenê ke karî pêyetî. seydewan hewałêkî pêye ke etirsê eger bo bawkî bigêřêtewe, darî pîr û be sêberî ’êlî dasnî, wate mîr ’ezîz be gerdelûlî jarawî hewałeke le pê bikewê û řîşey wişk bê. diłî bawik le pençerey tem girtûy çawî seydewanewe eřwanê û hewrêkî řeş bedî eka. leber xoyewe ełê «çî buwe seydewan?!»
zor car heye ademîzad pêy xoşe bizanê û nawêrê bizanê. eyewê destî bew pûşe bê hêzewe bend bê ke pêy ekutrê hîwa. îtir bîr nakatewe, derya demî şepołî kirdotewe bo hełlûşînî! mîr ’ezîz dasnîş eyzanî ke kospêkî gewre ya kostêkî kewtû em hemû xem û temey barandote ser çîmenî têrawî taze şîn bûy řuxsarî seydewan. leber eme tenya twanî dîsanewe her eme dûpate bikatewe: «çî buwe seydewan?!»
seydewan û mîr ’ezîz le řeşmał û xêwet û dewar dûr kewtibûnewe. dengî dehoł le dûrewe legeł heray kuře dasnî û hewhewî swarî teqłebaz têkeł ebû. leberdem em bawik û kuřeş carcar cuřřeyek eycirîwand û kořkořeyek der’epeřî. etkut gyanêkî pake û peleyetî bo geyştin be beheşt. çawî pirsyarî mîr ’ezîz wek henasey germî deştî germên; lêwî wek sûregułî seydewanî şeqarşeqar ekird. bełam ew dû lêwe, ew deme ke hemîşe hewałî hatnewey qaz û qurîngyan dabû be mîr ’ezîz û mujdey behar û jyanyan hînabû, çon eyantiwanî be bawkêkî be hîwa biłên małî diłit ke leser sê kołeke řawestabû be tirazanî kołekeyekyan xerîkî řûxane?!
seydewan le piř be sozewe destî kird be zemzemey ahengî «gułe cwan»û geyşte ser ew bende -«were emin to destan têkeł keyn/ çunke mirdin da’bayekî zeřendeye/ ne le kesman xoş debê û nele kesman debûrê».
seydewan bêdeng bû. dengî dehoł û heray řeşmał û cirîwey melî behar biřa, bo kurteyek siruşt mird, jyan kas bû. mîr ’ezîz pirsî: «kameyan?!»
seydewan kutî: «melkewan!»
[mûsîqa]
wêjer:
melkewan perdegîr bû, bełam eme dwayîn xemî ’ezîzî dasnî nîye, le bernameyekî tira leser em tiřajêdîye diřamatîke eřoyn. xwatan legeł.