tiřajêdî seydewan
komeł leser řêgay raste û herçî le naw komełewe hestê û basî xwas û wîstî komeł bika, cwane; çunke ewey wa be hełe deçê take û komeł kem wa heye rêgay çewt bigrête ber.
komeł be lay minewe bem kemayetîye nałên ke sûdêkyan heye cya le sûdî giştî û hunerêkyan heye bepêçewaney hunerî komeł.
çînî pêkhênerî, wate ew kesane ke zorben û hemîşe rûyan le jyanî mirovayetî û berzkirdnewey pile û payey jyanî însanîye, be lêkdanewey min komeł bewan ekutrê; ewanin ke xemyan wek tem wimjî ser çya waye û şadîyan çeşnî pêkenînî heweł zerdey xoretawe; ewanin ke huneryan êsk sûk û le dił nizîk û xwên şîrîne; hunerêk ke bexşiłî xomałî razawetewe û řeng û bon û tamî bêganey pêwe nîye, bełam legeł eweşa le hemû şwênêk çi le nawxow çi lederewe her cwane, çunke manay berzî cwanî ew cwanîyeye ke pêwendî be herêmî ber panî cwanewe heye û legeł basî xawenîy yek manan; le hemû layek û belay hemû kesewe berze.
jyanî xêłatî hêndê xû û rewştî taybetî xoy heye, ke yekyan diławayî û bexşîn û małî dinya belawe kem bûne, çunke lew çeşne jyaneda asan bijîwî û kem beřê çûn heye û barî jyaneke çeşnêke ke ademîzad beramber be paşekewt kirdin û bîr le beyanî jyan kirdinewe bê derbest debê. leber eweye ke kurd serberzî û azayetî wimîwangirî zore û beytî «seydewan» dastanî em çeşne jyane egêřêtewe. bedaxewem ke wêjey ême le naw gelanî cîhanda biławnebotewe, dena xwa ’alim ke beytî «seydewan» zor le «hamlêt»y «şiksipêr» beriztire. şiksipêr lay waye «hebûn» ya «nebûn», mebest yekê lew dwanen; beytibêjî «seydewan» ełê:
«dîlan ya matem.» kamyan mebestî jyane?!
qaremanî şiksipêr «hamlêt»y bawik kujraw; daykî xeyanetkar û mamî pyawkuj bûne hoy pejarey «hamlêt»; bełam le beytî «seydewan»da bawkêk sê kuřî gencî emirin, ke yekêk be destî bawkeke ekujrê.
xemî «hamlêt» be’endazey pejarey «’ebdul’ezîz»y řołe kujraw giran nîye. ca ba biçînewe ser dastanî «seydewan».
«rebî xudaye eto hewrî reḧmetî bênî le lay qîbley mubarek. le dawênî feřengîyan. leser qebrî pîr xidrî hełbiřêjî.
kê dîwyetî leser sê kuřan řa bûk biçnewe małî babyan be kîjî?»
«’ebdul’ezîz»y dasnî, sê kuřî ebê be nawî «seydewan» û «nêçîrwan» û «melkewan». sê kuřî genc ke katî jin hênanyanew sê bûkyan be řojêk bo dênin. ’eşîretî dasnî hemû le şayî û zemawenda beşdarin, «melkewan» şewî heweł «perdûgîr» ebê û emrê xefetêkî gewre exate ser diłî bawkî, bełam «’ebdul’ezîz» kurde, serokî xêłî «dasnî»yane, çon řûy heye be ’eşîretekey biłê:
«destî dîlan berden û biławî ken!»
raste ke kuř mirdin pişt şikên û biřist biře, bełam ey serokî çî? ey pyawetî û mîwan xoşewîstî çî lê bika?«’ebdul’ezîz» deng naka û hełpeřkê û zemawend her demênê. ta şewî dûhem deştewanan hełî dedenê ke «nêçîrwan» le rewez, tûş û çiře hełdêrawe û mirduwe. dîsanewe bawkî kos kewtû birînî ekulêtewew xem û behemû giranîyekewe ekewête ser diłî û bîr ekatewe dû kuřî cwanemerg bûn, em zemawende şûme, em behare bê feře, bê feře dizêwe, çî bika?
aya legeł eweşa ke termî dû kuřî leber destîyetî, zemawend her bimênê? eger be dasnîyan biłê: min zemawend nagêřim û êwe hełpeřkê bwestênin, çî pê ełên?!
axo nałên: «’ebdul’ezîz, pîre, xerfawe û pyawêkî axir şeře?»
emane jêrdestî xoy; bê cyawazî kuře dasnî kuřî ewn û hemû ewřo le şadî ewa beşdarin. mîwanin geřî hełpeřkê germe, kîj û kuřî dasnî xerîkî «royne» û «swêçkeyî» û «çopî» û «sê care»n. axo biçête nawyan û bepřimey giryanewe biłê: «ey kuř û kîjî dasnî dîlaneketan berden, le batî şayî, şîn bigêřn, «melkewan» û «nêçîrwan» mirdin û êwe bo dû zaway nemaw şayî eken!?» bełam na, ’ebdul’ezîz kurde, ewaneş mîwanin. rewa nîye zemawenekeyan bişêwê. ey diłî pejaredarî çî lê bika? em hemû xem û derde bo kwê berê?
wa başe le awayî derkewê, pena berête ber dawênî çya, xefetî bida be dem şemałî serşêtî şîw û doła. ba le heray hełpeřkê rizgar bê, agirî becoşî derûn eyba, eyba ta ew cêgaye wa rêbazî meřu bizne kêwîye. le jêr berdêka aram egrê, bełam diłî wek awî ser agirî betîn ecoşê û heł’eçê. firmêskî germî beser gonay piř çînya dête xwarewe!
dewruberî behare, bełam çi beharêk, beharêkî reş û naḧez, naḧeztir le hemû zistanêk.
çawî tîjî wek hełoy pîrî çya eřwanête ew berî dołeke; behaney le mał derkewtin û kořî zemawend cêhêştinî emeye, ke deçê goştî rawêk bênêtewe. lêredaye ke tiřajêdî degate ewpeřî xoy, destêkî behêz le kardaye bo perwerandinî diłtezêntirîn beserhat.
dewruber behare, gya şîne laskî naskî gułî kêwî be dem bay nerim û nyanewe elerêtewe. diłî bawkêk piř le meynet, perdûy zaway dû kuřî genc be tałe, dû bûk çaweřwane, dasnî le şayî û xoşîya nuqim bûn. «’ebdul’ezîz» gahê be diłya dê: «duwanim mirdin, «seydewan»m mawe! jyan şayîye ya şîne?!»
dengî goranî bêj û dehoł û zuřnay naw dê ke zor dûr le derewe dête ber gwê, ew carane wa şemał eyhênê, ełê: «jyan şayîye!» dway mirdin, hemû demirin, çunke le hewełewe nebûn, hatin û paşan řoyştin, ke wehaye jyan qonaxêkî kem xayen û kurte le nêwan dû nebûnî dirêj û bê bestêna. hera û bigirtinêke le beynî dû bêdengî û hedadan, ke wehaye jyan şayîye û bo nemanî bêdengî mawe zore, bełam dołî kip û xamoş ke ełêy giryanêkî be kułî pyawaney le gerûda bestirawetewe, ełê: «na, na, jyan mateme, jyan kos kewtine, jyan le go kewtinî dû lêwî piř bizeye!»
ba, lewberî dołekewe yarî be mûy zerdî rîşî bizne kêwîyek eka û lêkî eda û eyhonêtewew «’ebdul’ezîzî» be çawêkewe ke firmêskî meynetî têzawe, eřwanête ew muwe zerdane ke ełêy pirçî «gułe beřoje» ya qijî «genmekabe»ye û ba eyşekênê. wa ezanê beřastî mûy rîşî bizne kêwîye. teqey tifeng hełdestê, wek piřmey giryanêkî be koł eçê, na ełêy qaqay piř le tewsî însane bejyan! şitêkî zîndû le pişt berdêkewe ekewête xwarewe, wa dyare pêkirawe. «’ebdul’ezîz» degate serî, ebînê «seydewan»e, mûy zerd û xwênî sûr dem û çawî sipî le sergyay sewz têkeł bûn; henase le sîngî çyada qetîs mawe, kew le qaspe kewtuwe, řoj xoy le jêr hewrêkî çiłkina şardotewe!
«’ebdul’ezîz» çî bo mawetewe?! danîşê, çunke ejnoy hêzî nîye? le bêdengî etirsî û naştiwanê bigrî, çunke peşokawe, hemû dinya leber çawî debête yek pirsyar: jyan şîne ya şayîye?! xem lewe gewretre ke le diłî pîr û naskî «’ebdul’izîz»a cêgay bibêtewe, epařêtewe, leber xwa epařêtewe:
«rebî xudaye bay řeḧmetê bênê le lay qîbley mumbarek
le dawênî feřengyan. bîdey le xemî «’ebdul’ezîz»y û
lebeḧrî xwêyey têpeřênî!»
çend xemêkî gewreye, xemî «’ebdul’ezîz»y dasnî ke dû kuřî emirin û yekêkî be destî xoy ekujê; le katêka behare û katî bûjanewe û jyane. beyt bêj çi tiřajîdîyekî berzî pêkhênawe, gyanî nemrî şadbê.