şî’rî kurdî û kêşî ’erûzî

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 6 minutes  4632 views

selamêkî betîn pêşkeş begwêgrî hunernas.

le bernamey pîşûda wełamî pirsyarêkman dawe benatewawî û hêştimanewe bo bernameyekî tir ke leserî biřoyn. eger le bîrtan mabê řexneyan le ême girtibû ke boç sebaret beşî’rî ’erûzî baş nadwêyn. ême bernamey emřoşman dîsan terxan ekeyn bo em mebeste û biřê şwênî tarîkî mebesteke řûnak ekeynewe.

bêguman bîstûtane ke ełên fiłane şa’îr ya fîsare hunermend xawenî mektebêkî taybete û řêga û şwênêkî taybetî xoy le hunera dozîwetewe. dozînewey řêga û şwênî taybet yanî çî? meger huner bo nwandinî cwanî derxistinî dizêwî nîye? hemû hunermendêk ebê karî eme bê û her kes eme karî bû. hunermende û legeł hunermendî tira cyawazî nîye. bełê wehaye; hunermend pirdêk heł’ebestî le nêwan komeł û řasteqîneda û eyewê em duwane beyekewe peywend bida û beyekyan bigeyenê. wate karî emeye ke komeł têbgeyenê ke řasteqîney dewrupşitî çîye? jyan be çi barêka kewtuwe? bełam axo hemû endazyarêk wek yek pird dirust eken? ke weha bû ebwaye pirdekanî tewawî cîhan yek çeşin bwaye. keçî ême ebînîn ke pirdêk le asin û bitone û ewî tir le quř û qisłe; sêhemyan le dar û perduwe. yekêk řaste, yek kewanîye, yek zor le řûbareke beriztire û yekêk newîye. herkam lemane bo akamêk leber çaw gîrawin. cêgay wa heye hatuçoy zor besera nîye, barî qursî besera nařwa, eger le dar û perdûş bê, qeydî nîye. yekêk le naw şare û cige lemey ke pirde, mekoy xełke û cêgay geştî êwarane, ebê cwan bê; ba dirawêkî zorîş bo řazandinewey bidrê. yekêk kewanîye, çunke endazyareke begwêrey lêkdanewey řeq û nermî xakeke, way baş zanîwe ke kewanî dirust bika û zorî bo neyet. şa’îrîş wehaye. her kam çeşnê edwê. gahê beḧemase, katê bewşey nermî diłdarane, demê berazandinewey tebî’et û jyan tenanet gahê betwanc û tews!! hemû em karaneş boye eka xełk têbgeyenê. le řastîya şêwey hunerî hunermend bo kurt kirdinewey nêwanî xełk û řasteqîneye.

ełên ḧafiz xawenî şêweyekî taybete, herweha se’dî, şiksipêř, homêř, firdews, goran, lê’onardo dwayniçî, mutzařit, pîkaso û zor hunermendî tir. ewane ke pałyan dawe be lûtkey berzî naw û nîşanewe le hunera lasayî kerewey xełkî tir nebûn. letewawî şî’rî şa’îranî kurdîya bigeřêy, zortir le çen şa’îrit des nakewê kelasayî kesyan nekirdibêtewew xełk kewtibête şwên şêwey ewan. ême le şî’rî kurdîya çend şêwey dyar û taybetman heye. şêwey beytî, şêwey hîcayî, şêwey ’erûzî, şêwey nwê. lew naweda tenya şêwey ’erûzîye ke paş pakkiran û amadebûn be hoy gelanî tirewe geyştote destî ême û eger małî xełk xor nebîn, natwanîn be xomałî bideyne qełem. ke weha bê her le payewe belay minewe şa’îrî ’erûzî şa’îr nîye, çunke cige lewe ke kewtote şwên şêwey şa’îrêkî tir, şa’îrekey pêşûş kurd nebuwe. kurd nebuwe yanî çî? yanî le barî jyan û xem û xuşî mêjû û xû û řewişt û xwast û wîstî kurd neşareza buwe. çeşne şa’îrî ’erûzî hergîz neytiwanîwe pirdêk hełbestê le nêwan komeł û řasteqîneda. çunke řasteqîney wiłatî ser sewzî kurd û abûrî taybetî em wiłate ewe nîye ke şa’îrî ’erûzî basî eka. min nałêm be hîç barêk beşêwey ’erûzî nakirê basî řasteqîney jyanî kurdewarî bikirê, ebînîn ke şa’îrî wek pîremêrd û nalî em kareyan kirduwe başîş serkewtûn, bełam şêwey nwê baştirî eka, herawtire, dest û pêy şa’îr bekot û zincîrî «mifa’latin û mifti’lin» nabestê.

dêmewe ser seretay witareke ke gutim ełên fiłan şa’îr şêwey taybetî heye û çunke řêgay taybetî dozîwetewe û nekewtote şwên şa’îranî pêş xoy, şa’îrêkî berze; eger eme bo taqe şa’îrêk řast bê û dozînewey řêgay taybet nîşaney gewreyî û serbexoyî şa’îr bê, bo gelîş wehaye. wate eger neteweyekîş řêga û şwênî wêjeyî taybetî xoy hebû û destî bo hawsêkanî dirêj nekird ta wêje û huneryan lê bixiwazêtewe, em gele le wêjeda serbexoye û mezne.

ezanîn ke şêwey ’erûzî hî kurd nebuwe, legeł tebî’etî zimanî kurdîya nayetewe, nawerokî ke ta êsta şa’îranî kurd (eger çaw bipoşin le çend şwênewarî biçûk) xistûyanete naw qalbî ’erûzewe legeł lêkdanewey zorbey kurda cyawazî hebuwe û bonî ẍerîbî lê hatuwe. katê mem û zîn hen, leyl û mecnûn kên? katê çyay meẍłûb û serî sîpan û qendîlî mamekoyan û pêrs û çyay şîrin û şaho, seryan le sîngî asman estûn, duceyle û waḧe çaławêk û zîxî řewan û diřûy muẍîlan û wiştirî pê pan, çîn ke le wêjey êmeda moł bixon?! emane bo ewan başin û bo ême lêdwanyan her gêjî û kasî pêweye û hîçî tir.

qisey dwayîm emeye ke diłim esûtê leser kanyawêkî xuroşaw ke le jêr řinûy befrî kon dête xwarewe danîşim û berdemim deştêkî xemłîwî be şest peřu şewbo û şilêre bê û dawênî çyay ewberim wek no bûk taray sûrî darî erxewanî beserda dabê lem ḧałeteda naçar bim bîr le deştêkî qaqřî řemłîn bikemewe ke «qeys»e şêtî têda wêł bû. ewe min û êweş nazanim!

ta bernameyekî tir xwatan legeł