weznî ’erûzî û weznî beytî

From the Book:
Tapo û Bûmelêɫ
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 6 minutes  1553 views

selam le gwêkirî hogrî huner.

zor car em pirsyareman lê kirawe ke boç le bernamekemanda hełwêstêkî dijane egrîn beramber be şêwey ’erûzî?

hendê le gwêgre beřêzekanman le řexnegirtinekeyanda şa’îranî berzî kurdyan benmûne hênawetewe nûsîwyane ke «nalî» û «xanî» û «bêkes» û «pîremêrd» û «wefayî» bem şêweye şî’ryan gutuwe û dij bûnî ême legeł şêwey ’erûzî wate dij bûnman legeł beşî here berz û behre û berî darî wêjey kurdî, cige lemaneş hendêk le řexnegranî tûřeman nûsîwyane ke boç ême laman waye şî’rî kurdî ebê bigeřêtewe ser şêwey beytî ke şêweyekî seretayîye û natwanê watey qûłî şa’îrane le xoya cê bikatewe? ême paş mûsîqayekî kurt wełamî em řexne û pirsyarane bewrdî edeynewe.

pêş hemû şit ebê biłêm ke eger çewtî û hełeyek le biřwakemana sebaret be şî’ir û lêkdanewey hunerî heye, her xoman egrêtewe û karî beser bîrubaweřî hemû nûserêkî kurdîyewe nîye.

’eriztan ekeyn ke ême behîç barê dijî şêwey ’erûzî nîn, tenya ewe nebê ke taybetîyekanî ew şêweye û çeşnî peydabûnî le wêjey kurdîya bas ekeyn û ełêyn ke şêwey ’erûzî le pêşa nebû û katê hate naw wêjey kurdîyewe ke zyatir le hezar sał bû le wêjey hawsêkanî kurda cêgîr bibû. lerastîya dawxiwazu nyazî komeł nebû ke ew wêjeyey kird benaw, bełkû pêtewîstî kemayetîyekî eşřaf û arîstokirat wek derebegî zil û çînekanî tirî ḧesawe û têr û tesel bû ke nyazî bewêjeyekî dûr le têgeyştinî çewsawekan bû bo xełetandinyan û gêjkirdinyan. eme îtir wek řoj řûnake ke «beyt» hî xełk bû û xełk lêy tê’egeyşit; begwê lêbûnî egrya ya pê’ekenî, ya han edra û ebzût; le katêka ke beşî’rî mînyatorî û piřpêç û qemç û řazawey ’erûzî ke basî wateyekî beriztir le wizey destikurtî famî ewanî ekird her teqey seryan ehat û zaryan tak ebû wek wîrdêkî cadûkarane bibîstin. şa’îrî ’erûzî eygut:

bo leser çeşmeyî çeşmim neçkê qetreyî xwên

wişekan hemû farsîn, cige le «bo» û «le» ke dû «qeyd»y biçûkin, le katêka ekira biłê «bo leser çaweyî çawim netkê tikkeyê xwên».

řenge gwêgranî beřêz emeyan bedła bêt ke qonaẍî şêwey ’erûzî cya bû û kat pêtewîstî beme bû ke têkełîyekî zortirî hebê le nêwan edebî gelanî dirawsêda û nimûneyan eme bê ke wêjey farsî be wergirtinî ’erûz le ’eřeb zyanêkî tûş nehatuwe, bełkûdewłemenditru berîntir û şikodartir buwe; bełê diruste, bełam wêjey farsî, «beyt»y nebuwe... we katê ’erûz hatuwe wêjey farsî destikurt û seretayî buwe, cige lemeş hezar sał le wêjey farsîya kar le ’erûz kirawe, «wezin» û «beḧir»y taze û guncaw legeł çonyetî zimanî farsîya dirust kirawe.

eger seyrî wêjey şêwey «xurasanî» bikeyn, betaybet le şwênewarî şa’îranî pêşûy ew sebkeda zorcar çawman beleng û lorî û xêç û xwarî ekewê û der’ekewê ke le xořayî nebuwe em nîwe şî’re le farsîya bote nezîle û kewtote serzarî xełk. şa’îran naçar bûn ser û gwêy wişe bişkênin û le qalbî dařjirawî ’erûza cêgay bikenewe. leber emeye ke ełên «dir tinginay qafye xurşîd xir şud»; eguncê emeş ke ełên «yicuz lilşa’îr ma la yicuz liẍîre» her leber naçarbûnî şa’îr bê le peyřewî kirdinî ’erûz; ke weha bû kurd boç wêjey xoy bixate çwar çêweyekî dataşrawî destî gelêkî tirewe, ke zor tesk û teng û biřist biře. aya kes heye kemerî wek mû û bejnî wek çinar û çawî wek estêre û birjangî wek şîr û biroy wek kewan û zulfî wek zirêy pê cwan bê? axo eger afretêk bem şikił û ser û sîmayewe bête xewnî kesêk lêy natirsê? bełê katê ’eřeb û fars em teşbîhaneyan kirduwe ke em çeşne çekane le şeřa kełkyan lê wergîrawe û le jyanî komeła te’sîryan hebuwe, le katêka bo kurd em base nîye; kurd katê şî’rî ’erûzî wergirtuwe ke zirê û şîr û tîr û kewan tenya le mûze û ’entîkexanekanda manetewe. bem çeşne wêjey kurdî beçawêkî bestirawewe bo maweyek kewtote şwên teqlîd û lasayî kirdinewe û serbexoyî xoy le dest dawe. ca eme leber çî? bêguman her leber eme ke çek bê bo çînî derebeg û çîne bedesełatekanî tir.

«ḧacî qadir» le ẍezelêka ełê:

pêm xoşe ẍezel feřşî qudûmî ’uqela bê
nek bêtû leber ken cuhela lefiz û me’anî

legeł eweşa ke «ḧacî» belamewe beřêze, naçarim bipirsim «cuhela» kên? ew kesaney ke derebeg řêgay xwêndinî lê bestûn? ew kesaney ke tênagen lem hemû pêç û qemçe ke şa’îran eyden beşî’rekanyan... axo emanen «cuhela»?! aya danerî beytî «seydewan» ke şan le şanî «otîllo» û «hamlêt» eda cahîle? lêredaye ke ebê deng bideme pał dengî «goran» û biłêm:

bełam çî bikem le naw çawî řeşî be’zî zekay gewre,
weku towî gułî dem ba leser berdêkî řeq eřwên.

her lem ẍezeledaye ke ḧacî efermuwê:

ta destî neda xencer û neyfermû desa dey...
nemzanîbû diłdarim dehan û myanî heye

«dehan» û «myan» kurdî nîn û afretêk ke «dehan» û «myan»y dyar nebê, yek leber biçûkî û yek leber barîkî, cwanîyekey le kwêdaye? belay minewe eme nexoşîye... «aho»yeke ke wêjey kurdî girtûye û ebê têbkoşîn lewe řizgarî keyn. goran ełê:

:ey qij zerd, ey bejin û bała kełeget...

zor sakar û zor cwan û nizîk le lêkdanewey zorbe û qisey řojaney xełk. her lem hełbesteda ke nawî «bo qij zerdî berderga»ye, «goran» ełê:

ebînim pepûley nyazî giftugo
dûdił řawestawe leser gułî lêw
ax xozge heł’efřî, emzanî axo
řaspêrî çî pêye bo gyanî peşêw

em bernameye lêreda tewaw nabê leser řoyştinêkî zorirtirî ewê ke eyhêłînewe bo bernameyekî tir. ta ew kate xwatan legeł.