’îlacî derdî bê dermanî min her lutfî canane
bê wefayî guł
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
2 minutes
1630 views
’îlacî derdî bê dermanî min her lutfî canane
bełê ew xoy ḧekîme lutfekey dermanî derdane
melûl û zar û bîmarim besed ’îllet giriftarim
xuda řeḧmê be ḧałim ke ke ’eyşim ’eynî nuqsane
’ecayîb mecmerî sînem be soz û tabiş û tabe
wekû qumrî denałênê diłey meḧzûn û dîwane
lelay xom teb’î ’alîm bû, lelay xom fikirî «nalîm» bû
emêsta şî’rî bê me’nan dełêy wek cîsmî bê cane
lelam bê saqîy sade ke pêy bê saẍerî bade
ke goşey çawekey bada diłim dênête colane
kwanê mutrîbî xoşgo, kwanê saqîy diłco
bebê ney nezmekem siste, bebê mey dił ke ḧeyrane
denałênim wekû bulbul le daẍî bê wefayî guł
řewane nezmî wek dułduł welê xatirperêşane
be mecmû’î were saqî binîşîn pêkewe satê
diłî zarim perêşane wekû zułifit ke pexşane
wekû şî’rî lef û neşirit hemû şî’irim muşewweş bûn
heta bêm û dûsê şî’rê biłêm bo em cenabane
diła takey be bêhoşî denoşî mey be xamoşî
le goşey ẍem hełsite wextî seyranî xeyabane
’ecayb medresey ême be bezim û řezim û ahenge
îlahî berqerarî key to em bezmî feqêyane
cenabî zatî mewlanaNamed-Entity ferîdî dehre maşełła
weḧîdî ’esre lem ’esre bi’eyne ’eynî nu’mane
le hey’etda, le ḧîkmetda, le adabî terîqetda
le eḧkamî şerî’etda, le mentîqda duř’efşane
cenabî em zihûrî bû, zehawî nawîşî win bû
nezîr û şîbhî me’dûmeNamed-Entity mîsalî ẍeyre îmkane
zibanî min kilîle bo kilîlî babî em medḧe
egerçî fîlmesel fettaḧî babî ’îlim û ’îrfane
ḧerîqîPen name şî’rekanî to hemû wek murẍî bê bałn
le ’îşqa bałîyan sûta be mîslî bałî perwane