ey tobe le des řojî fîraq û şewî hîcran

’esrî xezef
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 2 minutes  2322 views
ey tobe le des řojî fîraq û şewî hîcran!
weyřo le hera û keşmekeşî sa’etî ḧîrman!
her xozge be parim le fîraqî xemî yarim
her çawenwařim le nîgay dîdeẍezalan
caran bû ke małim deçû baqî bû «kemałim»
emcare becarê serumałim çû betałan
ta sunbulî zułifit buwe perjînî gułî řût
nemdîwe le dûrîşewe ’îşwey xet û xałan
bo sebzeyî newxêzî xetî laleřuxanim
hewrî xefetim ḧazre bo dîdeyî giryan
ẍunçey emelim çunke nepşikutuwe emsał
bulbul be diłim dêjê ke sedxozge besałan
to tarî serî zułf û minîş eşkî beḧesret
xoş dên leyek ew řîşte û ew daneyî mercan
qetrey ’ereqî şewnimî bergî gułî řût bû
wemzanî ke mercane leser le’lî bedexşan
ta řîşteyî zułifit buwe damî diłî meylim
mecnunî duceylim le hemû qewmê herasan
cergim be demî tîẍî birot bêre beşertê
bidrwî be telî zulf û be tay sûzenî mujgan
lew çake kewa dîwme kewa çakî dû gîrfan
gîrfanî derûnim be xeyał piř bû le ’îrfan
dił boye sewadî buwewe zû le xetî to
mindał bû ke fêr bû le xetî lewḧeyî canan
ta ayetî ḧusnî le xetî mesḧefî řût xwênd
saḧêbî sewad û xete natîq bû be qur’an
teşrîḧî xeyałî felekul e’zemî wecihit
teswîrî bebê goy zeqenit nayete wîcdan
xałit le řuxt nuqteye bo merkezî ’alem
zulfî wekû qetret be keşiş hatne cewlan
bo metle’î burcî qemer û şemsî cemałit
kewtûme řesedxaneyî nêw çahî zenexdan
wek men’î minî kird le tewafî ḧeremî řût
sa, řebbî le îmanî ke serdarî le’îman
bazařî cehil germ û huner serde řewacî
’esrî xezefe ḧeyfe guher bênîye meydan
heryek pelî firzendê dejî şî’rî ḧerîqîPen name
to bo çî le kîs xotî dedey muşterî nadan