ey xizrî řehî zułmetî nêw awî ḧeyatim

cêjnaney řoḧ
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 2 minutes  860 views
ey xizrî řehî zułmetî nêw awî ḧeyatim
bê şemsî řuxt sakînî qe’rî zułumatim
efsurdeyî sermayî ḧuzûr û şehewatim
řencîde û azurdeyî destî xeteratim
dił bote pîyadey ciłewî espî henasem
bo dewrî řuxî şahî cîhan beydeqî matim
herçend ke hełatim wekû bûm şumî wiłatim
her çawenwařî keremî pîrî hîratim
gerçî wekû serdefter û salarî ’usatim
lem xakî derî řeḧmete me’mûle necatim
qurbanî segit bim şehî meydanî hîdayet
wek salîkî bê meslekî řêy hat û nehatim
zengî xeter û weswese wa qelbî qełb kird
her muntezîrî goşeyî mîr’atî celatim
ḧeyran û serasîme wekû bulbulî bê guł
aşufte û gîrodeyî xarî wekenatim
te’mîrî diłî baẍî le baẍ çatre qurban
lem çawe minîş muntezîrî ma’î fuřatim
ta metle’î ken’anîye nêw çahî zemîrim
sengîn be se’adet bû terazûyî nîşatim
bo dîdeyî ye’qûbî xîred yek nezerî to
xasîyetî pîrahenî kirdiwe bexelatim
zanîwme ke su’î edebe şîkwe le awał
çibkem desełatim nîye bê sebir û subatim
to şemsNamed-Entity û minîş zeřřeyî bê cîlwe be qurban
nîsbet heye ’eybî çîye coyayî beratim?
ba wesfî hemû zîllet û eḧwałî řezîlim
çun munkîrî to nîm wekû sułtanî wiłatim
bem tebleyî ’ettarî xeyałate ḧerîqîPen name
her bang ke were muşterî bo şehd û nebatim