’alemêke piř şeř û şoř û nîza’ û îrtîhaş

wird û heřaş
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 2 minutes  1554 views
’alemêke piř şeř û şoř û nîza’ û îrtîhaş
řojgarêke seraser mîḧnet û piř îẍtîşaş
kes nîye bo îstiraḧet ser binête ser serîn
kes nîye asûde bê pałûy le xarî îftîraş
talbî îmsakî derxist řûbeřû hatote pêş
saḧîbî ’îrfan û danîş serbezanû çote paş
bo silûkî řêy me’arîf pałewanîş natewan
bo terîqî cezbî cîfe wek yeke wird û heraş
nan û awî ehlî dił her ẍusseye û xwênî ciger
destî berdawe le ’urze talbî nanî belaş
her kesê dangê şi’ûrî bê şe’îrêkî heye
eble bêdeng bote saḧîb mułkî şeşdang û me’aş
ger be têła û zor nebê řozî wedes kes nakewê
şahîde bow mudde’aye ḧukmî qazî û –∪–Missing
dîn be zayî’ çû meger boy řêk kewê pyaw nagehan
wek kelîmułła xuda kirdye delîlî seng tiraş
nek wekû qazî zerûrî û wek melay naxwêndewar
ya xełîfe kołetaş û murşîdî xohełtiraş
ya wekû min bext, talî’ yawer û yarim nebû
cêy mutała û noredersim bû be dewrey nobe’aş
wek estû bim, cîhangîrim sikender bê, nîye
carê «baba»yê řefîqim bê wekû wêłdaşî baş