nema awî beqa badî fena xakî be ba dawim

agirî dûrî
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 2 minutes  1665 views
nema awî beqa badî fena xakî be ba dawim
ke yarim agirî dûrî le pêstî ceste berdawim
be qurbanit bim ey saqî bide pêm řaḧetî řûḧim
bebê awî ḧeyatî to cigersûtaw û birjawim
be şewqî şewçiray kułimit firîwit da ke murẍî dił
be şêwey zulfeket zanîm ke min gîrodeyî dawim
ke dîtim şem’î řuxsarit be perwaney diłî xom kut
lenêw çawanî xom nûsîwe her bew şem’e sûtawim
temaşay çawekem kirdî birot fermûy emin taqim
be şoxî zułfî lawlawit dewêjê her emin lawim
dełên wa cêjnî newroze, diłim piř ateş û soze
were bo cêjne pîroze bidem řûḧim beserçawim
were serçaweyî çawim dełêy deryayî ’emmane
temaşay eşkî gułnarim le sayey çawî xwênawim
hemûkes mestî badey keyf û şewqî bezmî canane
betenya her emin emřo le xakî meyneta mawim
temaşay çawî nêrgis ke be mestûrî çi mexmûre
temaşay pêkenînî guł be eḧwałî peşêwawim
dîyare saqî bê baqî, nîye meylî be diłdarî
dełêm ha neqdî can û dił, dełê laço leber çawim
deway hîcranî guł ey dił le şêx eḧmedNamed-Entity temenna ke
biłê emřo be naḧeq newnemamê cergî pêkawim
ḧeqim bistêne ey nexlî murad û serwî azadim
wekû ’ařeb dexîlit bim zelîl û zar û damawim
ḧerîqîPen name narî hîcran û ẍerîqî eşkî ḧîrmanim
le xak û badî ’alemda enîsî agir û tawim