be qurban êste hîcranit denasim

dukanî ḧusin
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 1 minutes  778 views
be qurban êste hîcranit denasim
ke narî fîrqetit bote lîbasim
bebê dûkanî ḧusinit muddetêke
le bazařî řewaca min kesasim
muşewweş bû wekû kakołekey to
lef û neşrî xeyałatî qyasim
be tabûrî bilûkî nûkî mujgan
şika tertîb û nîzamî ḧewasim
be tîrêkit ke cergit pare kirdim
meke bew bare hermin bû xelasim
ke xałî le’lî lêwit řehberim bê
le xidrî zînde nabê îltîmasim
ke şik nabem gułî řûy lale řengit
ewa muḧtacî řûy lale’ebasim
leber te’ney ’ewam endêşe nakem
ke min ’aşiq be gułẍunçey xewasim
be şem’î cem’î řuxsarit ḧerîqPen namem
nesîmî îltîfatî to denasim