bo cem’î ẍem û şadî nebû řojî miḧeřřem

gułî gułşen
From the Book:
Dîwanî Ḧerîq
By:
Hariq (1856-1909)
 1 minutes  637 views
bo cem’î ẍem û şadî nebû řojî miḧeřřem
řût bergî gułî şadî û zulifit şewî matem
bew weche dełên mesḧef û bew nuqte dełên dem
bew zulfe dełên qeyd û be ew ḧaşye perçem
tefsîrî şewî wesił û ẍemî řojî fîraqe
meşhûre le dinya be beheşt û be cehennem
teqsîmî ezel wa bû le dwayî min û yarim
bo seyrî emin seyd û řeqîb kelbî mu’ellem
tesbîḧî senay zulfî xeyate û lebî mercan
serřîşteyî êmey dewê bo ’îqdî munezzem
şadî eserî mestîye bê şerit û wefaye
bo firsetî tengane ẍeme munîs û meḧrem
’umrê ke esasî hewesî bazîy nefis bê
qabîl nîye bo xêwî wî şadî û elem û ẍem
bê sêber û sebir û gire şewqêke mudara
nemdîwe le germa û le serma diłî xuřřem
bo diłberî me’nî le ḧeremxaneyî esrar
xoy û qełemî mawe ḧerîqPen name êste be meḧrem