yadî awabûnêk

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 4 minutes  548 views
ey çawî yad serincêkî ewtom ewê
le payîza beharêkî tya derkewê
bo gułzarê bederûnî min mebeste
beheştêkî diłgîrî wêje û hełbeste
baxçeyeke lecêy gułebax û şewbo
çepke gułî cwanî û hunerî girtexo
newrozêke le mełbendî wêjey kurda
le kwêstanî lasayîda serî hełda
bonî xoşî nwê kerewey heme çeşne
şemałî hełbestî tazey xiste şine
xûřey piř le awazî nwêy serçawekey
geşe û wirşey da be baxçe řazawekey
çawî gêřa be «beheşt û yadgara»!
beřojanî xoşewîstî û be şewgara
be şewanî geşî wek řojî řûnaka
be řojanî řeşî wek şewî xemnaka
mil keç nebû bû perjînî çaw lê kerî
ta bitenê, wek tan û po, dewr û berî
beheştê bû, pol be pol, firîştey cwanî
lejêr sêberî îlhama boy eřwanî
leber awêney şewnimî qetîs mawa
edwa legeł perîy be cwan řazawa
ew cwanîyey leser liqî em sirûşte
take gułêkî derkewtûy jûrûy gişte
jêr sêberî zor dirextî ew beheşte
hewarî seyran û geşte bo firîşte
***
ey çawî yad be serincî soz û tase
wek naxî min, firmêsk û huner binase
ew firmêskey payîz eygořê be baran
be řehêłey giryey asmanî beharan
hon hon diłopî firmêskî wefadarî
leçawî ew hełbestaneda ebarê
be henasey agirînî giřî şîwen
zyatir biłêsey ebexşî be behre û fen
giře û dûkełî henasey cigersûtaw
firmêskî bê biřanewey eda be çaw
be giryanî wişk areqî řeş û şîn
baxçey huner perwerde bû cwan û şîrîn
leser destî firîştey şî’rî besoza
le beharî behre û hunerî pîroza
legeł bilbil legeł derwêşî şimşał jen
perîy hełbest kewte sikałay piř lefen
***
ey çawî yad be serincî bîrewerî
emewê pey be sirûşt û derûn berî
ew siruştey le awêney kurdistana
çaw ebłeqe le řast dîmenî cwan cwana
le wiłatî pelke zêřîney asmana
le geştinamey qeredax û hewramana
be wêney cwan û şîrînîy xeyaławî
nîgarî ewtoy ekêşa, telîsmawî
peřî huner, wek wênekêşî behredar
siruştîy hełbestîy cwantir bû le behar
çwar werze baxçey derûnî piř bû le guł
parawî karêzî hestî be qułequł
ta ew demey tîşkî çawî kujayewe
xunçe û çiroy hełbestî egeşayewe
hełbestî geş be tirîfey ew derûne
xuř bû: be awazî ew serçawe řûne
diřk ba xoy be darî daxa hełwasê
peřî ew hełbestane payîz nanasê
ey çawî yad! germîy serincêkim ewê
wek «lawik û peyam» biłêsey serkewê
bo agirê: meşxeł xoşî bay biřwaye
bo xebatê: řizgarî kurdî le dwaye
bo amancê: tabłêy şîrîn û berze
řêy xebatê: ke wa peristinî ferze
bo lawkê: erxewanye wek aso
bo peyamê: bote xwênî cergî pişko
wire û zatê: serçawey sersextî kêwe
le mergîşa bizey nebezînî lêwe
bo hengawê: be řêgey şewgarî dûra
řoyî bo řûnakî be agirî sûra
bo areqê řija beser diřk û dała
beser zamî jyanî nasor û tała
bo hełbestê, hewênî germey şořş bû
birûske û girmey nałînî pêş hêrş bû
bo bilbilê: win bûy dwa koçe no sałe
bestey şî’rî le gwêçkey çerxa zułałe
hunermedê: ta hełbest û nûsîn mabê
estêrey berzî le tema niqum nabê
bo goranNamed-Entityê ke ta em dinyaye mabê
xorî germî bilîmetîy awa nabê