bo çiley meftûnî hawřêm

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  446 views
ey pênûsî destî wefa û pê zanîn
hełbestêkim ewê řeş poş wekû şîn
pirse bigrê bo koçî cwanemergêk
řenceřo bû le wiçan û xoşîy jîn
bo meftûnî hawrêy demî qutabîm
areq řêjî tînûy fêrbûnî çîn çîn
êsteş qaqay pêkenînî ew demey
le gwêy mina deng edatewe yek bîn
êsteş qisey sakar û bê fêłî ew
leber çawim nexşe wek baxçey řengîn
wek bilbilê wêłî gułî xwêndin bû
leparîs û le lenden û leberlîn
lerêy berzî kurdayetî pîrozda
beşdarê bû lerîzî destey pêşîn
le agirî xoşî de sałey kurda
pişkoy geş bû bo řêy xebatî xwênîn
ta daxekem cergî kewte wişk bûn
çawî lêk na be henasey agirîn
be hezaran çeşne hîway diłewe
be nakamî mał awayî lê kirdîn