bestey cengawerêkî nenasraw

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 3 minutes  510 views
hatûm, hatûm
lew řojewe le dayk bûm
hest nakem şeket û mandum
mirovêkim
kitêbî temen dirêjîm,
bê pêşekî û seretaye
lew şewewe
ke komeł leser dinyaye
tarmayî minî her tyaye,
deryayekim
şepolim, kenarim, naxim
bê sinûre û lebin naye
dirextêkim
geşe û řewneqî sewzayîm
key le pêwaney werzaye?!
nek her dîwî berçaw kewtûm
sewzî û berzî le hewraye
tenanet řeg û řîşeşim
her liq û pop û gełaye
le germey gełařêzana,
gopke û çirom le coşaye
řêbwarêkim
beser hewrazî tûtirka
heł’egeřêm
beřêy kakêşanî diřka
hengaw enêm
be řêgada
gomawî xwên becê dêłim
le dinyada
beşwên mebestêka wêłim
çendan xawenî tateşor
berokyan egirtim be zor
goř hełkenanî zebir û zeng
lêyan hêname jar û jeng
ne xawen goř, ne tateşor
twanîyan min binêne goř
hatûm, hatûm
lew řojewe, le dayk bûm
řûbarêkim řanawestim
řapêç ekem berhełistim
karwanêkim
çete û cerdehay cor be cor
řêyan pê egirtim be zor
gulleyan, wek lêzmey baran
beser mina da’ebaran
le sed lawe zamar ebûm
le deryay xwêna dyar ebûm
ser û cerg û dił û sersing
seranser ebû be bêjing
ke çî nek her ne’emirdim
bełkû benaw
dozexî gulleda řa’ebûrdim
ke eyandîm řanawestim
ca natorey cinokeyan şwên exsitim
car car eyan kirdim be dêw
wek şêt û har
yan diřindey perwerdey kêw
minyan zînde beçał ekird
le agira
minyan be «koy zuxał» ekird
bew hemû xak û xołewe
çałim egirt be kołewe
wek semender
le pişko hêlanem ekird
le mirdina
jyanî xom beser ebird
bew hewênî biřwamewe
be xom û be hîwamewe
her nemirdim, her mamewe
netwamewe
ta mu’cîzey bûnim sepand
řeng û řîşey dirextekem
tabloy jyane sextekem
bedwa sedey bîstem geyand
ca hengawî bûn û xebat
be xwênî naw řegî pişko
nebê, be çî tir ber edat?!
eger berew eger sêber
ebê emřo ke bête ber
ebê girme û nałey hewrî -
beharî têkoşanekem
le seranserî dinyada
dengêkî ewto batewe
be çexmaxey hełsanekem
bûmelerze bixatewe
kurd be bonî gułî mebest
çawî oxey řûn katewe
be xwênî cwanemergekan
pełey dîlî bişwatewe
girew le řojgarî řeş
bibatewe, bibatewe