diłêkî kost kewtû

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 3 minutes  569 views
le řojêkî beharanî xoşewîstî em beheşte
ke wek newroz, gułêkî ser liqî naw baxçey siruşte
çi gyandar û çi bê gyanî kurdewarî, herçî heye
keylî qaqay pêkenîn û bizey lêwî ew řojeye
çiroy sawa, xunçey nask wa le germey giř û gała
be dem, be çaw, be gyan, be dił, be řwî şiney bay şemała
a ew katey ke min ełêm, tenanet pelkezêřîne
çemaweye û kiřnuş eba bo ew behare řengîne
xuřey awî naw cugeley barîkî dem řubarekan
awazêkî tezû bexşe, wek cirîwey bałdarekan
hermêgelî bizin û meř û karjole û berxî qedpałe
ledeşt û kêwî leweřa bo xoy sergermî qepałe
’eceb coş û xiroşêkî lê eřjê şimşałî şwan
telîsmêkî bê zimanî siruştîye û řûn û řewan
leşermî ewřoje xoşe, bayeqûş û kunde pepû
lêre û lewê kewtibûne şwên lasayî bilbil hemû
lew laşewe be hezaran çawî geşî nêrgise car
serinc eda û pê ekenê leber şox û şengî behar
herçî kekwêrekanîye çawî jyanewey geşe
bo temaşay dîmenî ew hemû cwanîye hawbeşe
ew beharey mebestime beharî asayî nebû
bezim û şayî û řeşbełek û hełperkêy lasayî nebû
şadmanî le derûna, wekû kanî heł’equła
zor diłî let letî xefet bo řojêkî wa ekuła
bo bebadanî ew xeme û derbiřînî ew xoşîye
lew behare paraweda seyran û aheng coşîye
şepolî minał û mezin, be hezaran seyrankeran
řoḧêkî taze babetî bexşî bû be geşt û geřan
herçî ke pêy biłêy diřkî nasorî le baxa nebû
leber giznigî ew xore pejare le naxa nebû
keçî lepiř gułêkim dî be dû nêrgisî mestewe
be lêwêkî bebarewe, çepke gułî be destewe
be berg û řeng û şêweya matemînî lê eřja
be pişkoy kostêkî giran dyar bû ke diłî ebirja
ew diłey ke çepke gułî dyarî yekey pêwe nûsabû
ew diłey ke wa birînî nehênî têwe ała bû
benaw şepolî hełperkê û pêkenînî em û ewa
berew dirextê tê peřî, wekû bînînim le xewa
lew sêberî dirextida, leser berzayî ew giłe
be kiřnuş û be řêzewe day ena ew çepke gułe
leser gořî dezgîrane diłdare cwanemergekey
leser demî cê birînî singî lawe becergekey
wek pêy biłê: lem řojeda boye hatim xoşewîstim
gerçî leřêy serberzî em kurdistane becêt hêştim
gerçî yadî toy neberd û yadî hawřê yanî wek to
leser şanî hemû kurdê obałêke û çote esto
bełam ax a’ew seyran û aheng û bezim û behare
bebê to gyanî şîrînim ledłima wek jehrî mare
êwen be xwênî geş gułî azar û newroz aw eden
gewherî yadgarî kurd be biłêse zaxaw eden
bo xakî têrawî xwên û tînûy newrozî yekcarî
bo karwanî řê agirî asoy řûnakî řizgarî