3- amřazî nasînewe «ke» (edaة alti’rîf)
From the Book:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
3 minutes
63 views
eger bimanewê le şêwey kirmancîy nêweřastida nêwêkî nenasraw (asim nikirةArabic) bikeyn be nêwêkî nasraw (asim mi’irfةArabic); ewa temaşay duwa tîpî wuşeke dekeyn, eger hatû be tîpêkî bê deng kotayî hatbû, ewa paşgirî «eke eke»y dexeyne pał. wek «berd, berdeke (= berd + eke)».
xo eger hatû duwa tîpî wuşeke dengidar bû, ewa ya paşgirî «ke ke» ya «yeke yeke»y dexeyne pał. wek: «mamosta, mamostake (= mamosta+ke)» ya «mamostayeke (= mamosta+yeke) , le katî kirdine gelda (fî ḧalة alcim’Arabic), tenya «an an» dexrête pał nêwe nasraweke. wek berdekan (= berdeke + an), mamostakan (= mamostake + an) ya mamostayekan (= mamostayeke + an). ewey şayanî base lêreda eweye «e»y «eke» le katêkda «an»y amřazî kirdine gelî dexrête pał, dekewê. çunke ew deme dû tîpî dengidar (e, a) le yek deden, leber ewe yekemyan dekewê.
şêwey kirmancîy jûrû em «ke»y nasîneweyey bem core têda nîye .
be bîruřay min, bûnî em amřaze le zimanî kurdî edebîda şitêkî zor pêwîste. çunke řêyekî yekcar hasane bo dataşînî nêwî nasraw le nêwî nenasraw. bîcge leweş pêm waye em «ke ke»ye her be «ke» bimênêtewe baştire lewey bibête k ik- wek kirmancîy jûrû. çunke «k ik-» le kurdîda nek tenya nîşaney «te’rîfArabic»e bełku hî giçkekirdinewe (altesẍîrArabic)yişe. leber ewe amřazî «ke ke-» le «k ik-» becêtre. hereweha belamewe, pêwîst naka amřazî «kê kê-» bo mêyîne be kar bibeyn, çunke ewe hîç xizmetêkî řêzmanekeman naka û şitêkî na’aşkira aşkira naka. hemû kesêk dezanê jin beşî mêyîney mirove, îtir nîşanî cyakirdinewey pê nawê.