4- pêşkoy «ve ve» û paşkoy «we we»

From the Book:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
 4 minutes  101 views
le şêwey kirmancîy nêweřastida paşkoy «we we» em dewraney xwarewe debînê:
  1. ya beşêke le ten (cîsimArabic)y çawgey kareke (misdir alfi’ilArabic) xoy û cwê nabêtewe lêy. wek ewey dełêyt «bûjanewe» ya «kulanewe». lêreda «we we» beşêke le çawgey «bûjanewe» û «kulanew». çunke «bûjan» û «kulan» be tenya hîç manayek naden be destewe û be tenyaş be kar nahênrên. wata le kurdîda «debûjê» û «dekulê» nîye. bełku «debûjêtewe» û «dekulêtewe» heye.
  2. ya beşêk nîye le çawgey kareke, bełam denûsênrê be paşkoy karekewe û bewe em karaney xwarewe debînî:
    • ya manay kareke be carê degořê. wek ewey dełêyt: «xwêndinewe». lêreda «we» beşêk nîye le çawgey «xwêndinewe». çunke «xwêndin» be tenya; manayekî taybetî heye û wuşey «dirasةArabic» ya «ẍina’Arabic»y ’erebî degrêtewe. bełam ke «we» nûsênra be paşkokeyewe ew deme manakey degořê û debête «qira’ةArabic» ya «mital’ةArabic» ya «ahtimamArabic».
    • ya dûpatkirdinewey kareke degeyenê. wek ewey dełêyt: «çûnewe». lêreda «we» beşêk nîye le çawgey «çûnewe». çunke «çûn» be tenya manayekî taybetî heye û wuşey «zihabArabic»y ’erebî degrêtewe. bełam ke «we» nûsênra be paşkoyewe; ew deme manakey degořê û debête «carêkî dî çûn», wata dûpatkirdinewey «çûn» (wata «’udةArabic»).
    • ya ewe degeyenê ke řêbazî kareke bo paşeweye. wek dełêyt: «siłemînewe», «piringanewe», «tirekînewe». «we»y kurdî lêreda dewrî pêşkoy «baz» debînê le farsîy tazeda (bo wêne serincî karî «baz kişîdin» be manay «kişane duwawe» biden).
ewey şayanî base eweye; em «we»yey kurdî le hêndê le şêwe êranîyekanda be kar debrê. bo wêne le şêwey gêlekîda —ke şêweyeke hêşta be tewawî sax nebuwetewe ke ser be çi komełe zimanêkî êranîye— wuşey «vekun ve kon» bo «bikewe=bikerewe» be kar debrê, ke be farsî «baz kun»e. bełam dyare em base pêwîstî be lêkołînewey firawantir heye ke cêy êre nîye.
 
paşkoy «we»y kirmancîy nêweřast le kirmancîy jûrûşda her heye û her ew karaney serewe debînê. bełam ewe heye le hêndê le zarawakanî her ew şêweyeda, betaybetî le zaraway botan û cizîreda, em paşkoye debête pêşko û lecyatî «we» lewêda debête «ve ve». bo wêne lecyatî: «jyanewe» û «girtinewe» û «şardinewe»; degutrê: «vejîn» û «vegirtin» û «veşartin».
 
belay minewe, «we» wek paşko bimênêtewe baştire lewey bibête pêşko. betaybetî çunke le hêndê zaraway kirmancîy jûrûşda, wek zaraway badînan, em pêşkoye —wek kirmancîy nêweřast— dekewête paşewe, bełam lecyatî «we» debête «ve». bo wêne be «hatewe» dełên «hatve» û be «geřayewe» dełên «geřave» lecyatî «vehat» û «vegeřya». le zimanî nûsînîşmanda, lam waye, her bem core bê baştire. wata her wek êste be paşkoyî bimênêtewe, bełam wek «ve» derbibřirê. be kurtî «hateve» û «geřayeve», le nûsînda binûsrên û çon dexwênrênewe û derdebřirên, ewe ba her kese be arezûy xoy, ya be «ve» ya be «we» bîka.
 
serinc: tikaye basî dengî «û w» û «v v» le babetî fonolojîda (li 59-61) bixiwênerewe ta bizanît key û çon bepêy çi core destûrêk debê dengî «we» bigořînewe be «ve».