beyekewebestin (ali’tif)

From the Book:
Nûsînî Kurdî be Latînî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
 2 minutes  64 views
bo bestinî dû wişey kurdî be yekewe dû řêge heye:
 
1- eger tîpî wişey «pêwe bestiraw» bedeng bû le ḧałetî «pêwebestina» tîpî «w» da’enrê le beyn «pêwebestiraw» û «bestiraw»da. wek:
  • «kitêbeke û deftereke / kitêbeke w deftereke»,
  • «sware û pyade / suware w pîyade»,
  • «ça û mastaw / ça w mastaw»,
  • «aza û tirsinok / aza w tirsinok»,
  • «pê û dest / pê w dest»,
  • «sê û çwar / sê w çuwar»,
  • «çû û hatewe / çû w hatewe»,
  • «tû û mêwij / tû w mêwij»,
  • «latî û perêşanî / latî w perêşanî»,
  • «azadî û serbestî / azadî w serbestî»,
  • «seko û qenefe / seko w qenefe»,
  • «çeko û ḧeyfo / çeko w ḧeyfo».
serinc: leber ewey hîç wişeyekî kurdîm şik nebird ke dwa tîpî be «i» yan «u» tewaw bibê, dyare boye wêneman pîşan neda boyan. xo eger hat û bû, yan le zimanêkî bêganewe wişeyekî wa hate kurdîyewe ewa wek ewaney serewe enûsrê wata «w» exrête beynî «pêwe bestiraw» û «bestiraw»ewe.
 
2- eger dwa tîpî wişey «pêwe bestiraw» bêdeng bû le katî «bestina» tîpî «û» da’enrê le beynî «pêwe bestiraw» û «bestiraw»da, wek:
  • «kitêb û defter / kitêb û defter»,
  • «hawar û bang / hawar û bang»,
  • «kef û kuł / kef û kul̈»,
  • «têr û tesel / têr û tesel»,
  • «tar û po / tar û po»,
  • «bejin û bała / bejin û bal̈a»,
  • «min û to / min û to»,