îzafekirdin (îzafة)

From the Book:
Nûsînî Kurdî be Latînî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
 2 minutes  7 views
îzafekirdinî wişeyek bo wişeyekî tir le kurdîda be çend çeşnêk ebê:
 
1- eger dwa tîpî wişey muzaf (mizaf) bedeng bû le katî îzafekirdina tîpî «y» da’enêyt le beynî «mizaf» û «mizaf alîh»da yan tîpî «y»yeke be carê enûsênît be «mizaf»ewe. wek:
  • «çay seylan / çay seylan»,
  • «řojnamey jîn / rojnamey jîn»,
  • «pêy zil / pêy zil»,
  • «azadîy ziman / azadîy ziman»,
  • «hoy eme nazanim / hoy eme nazanim»,
  • «řûy sipî bê / rûy sipî bê»
serinc: hîç wişeyekî wam nedozyewe ke tîpî dwayî «i» yan «u» bê, boye nimûnem bo nehênayewe eger şayet hebû wek ewaney serewe enûsrê.
 
2- eger tîpî dwayî wişey «mizaf» bêdeng bû le katî îzafekirdina tîpî «î» da’enrê le beynî «mizaf» û «mizaf alîh»da yan «î»yeke her enûsênrê be «mizaf»ewe. wek:
  • «kitêbî qutabyeke / kitêbî qutabîyeke»,
  • «kovarî hetaw / kovarî hetaw»,
  • «şîrînî hengiwîn / şîrînî henguwîn»,
  • «serincî êwe / serincî êwe»,
  • «tepłî gwê / tepil̈î guwê»
 
3- le şêwey bakûra tîpî «a» bo îzafekirdine le katêka «mizaf» mê bê; «ê» bo îzafekirdine le katêka «mizaf» nêr bê. wek:
  • «mayna min / mayina min» wata maynî min,
  • «xuşka te / xuşka te» wata xuşkî to,
  • «birayê min / brayê min» wata biray min,
  • «kitêbê te / kitêbê te» kitêbî to.
 
4- le şêwey sine û kirmaşana hendê car «i» bo îzafe da’enrê. wek:
  • «be ban çaw / be bani çaw»,
  • «keyf xote / keyifi xote»