tîpî bedeng û bêdeng
From the Book:
Nûsînî Kurdî be Latînî
By:
Jamal Nebez (1933-2018)
1 minutes
121 views
tîpî «bedeng (’ilة)» ew tîpanen ke dengekanyan be xoyaneweye û le xoyewe der ekewê bê yarmetîdanî tîpêkî tirî bêdeng. le zimanî kurdya 8 tîpî bedeng heye û em bedengane dû corin:
1- tîpî bedengî kurt: u, i, e
2- tîpî bedengî dirêj: o, û, a, î, ê.
tîpî «bêdeng (ẍîr ’ilة)»yiş ew tîpanen ke bebê yarmetîy tîpêkî bedeng dengekanyan der nakewê. we bêcge lew 8 tîpey serewe hemû tîpekanî tirî zimanî kurdî bêdengin.