ya muḧemmed, ’endelîbî baẍçe û gułzarî tom

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 3 minutes  115 views
ya muḧemmed, ’endelîbî baẍçe û gułzarî tom
’aşiqî ke’be û necatî řêge û asarî tom
bêkesim, kirdim dexalet, řeḧmetî to bê, xuda
da’îma her çawenořî şu’le û enwarî tom
ḧazrî çerxî şehadet bûm, le dîwanî ezel
bo ebed, mîzanî ’ehd û nîsbet û dîdarî tom
dił birîndarim, be nałey germ û ahî agirîy
întîzarî merhemêkî lêwî gułşenkarî tom
nîm û, hem, ger xakî erzî esfehanim, ya ’êraq
hîç nebim, merbûtî xakî payî cennetzarî tom
menbe’î fîkir û xeyałim, kird le mestîda xesar
tobe bê sed car, ke emşew demzede û guftarî tom
ya ḧebîbułła, necatim, xase kewte destî to
kemmî bê mîqdar û, keyfî bê řux û xunxiwarî tom
munfe’îl bû mułkî dił, birdey zeman, xestey mekan
her muzafî cewherî piř ḧîkmetî esřarî tom
dem be dem, tebşîrî to, dermanî derd û ẍem deka
care careş, derdedarî dîheşt û înzarî tom
řend û, bêbak û, terebnak û, sefakeş bûm, demê
êste şukirane le nezmî gewherî eş’arî tom
bêkesêkim, çûme qapî řeḧmetit, ey xoşewîst
her wekû řacîPen name, tełebkarî meyî mîdrarî tom