yařeb! çi gedaḧał û perêşanî cefa xom

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  112 views
yařeb! çi gedaḧał û perêşanî cefa xom
yařeb! çi giriftar û kemerbestî xeta xom
nembû le ḧezer wesfî sefa, xizmet û îḧsan
mecbûrî hewa û bîd’et û bêřeng û beha xom
ew řoje, ke min dême nezer baxî ḧîsabat
bê boyî guł û yasemen û seru û seba xom
ew wexte leser řême, şerarey demî zîndan
bê awî ser’efrazîy û sûtawî ceza xom
min, layeqî her terze ’ezabêkî giranim
piř fîsq û emel, bê ’emel û zîkirî xuda xom
meylim nebû yek leḧze, le dîwanî ’îbadet
sergeşteyî bazařî fiřufêłî fena xom
fîkirim be heba mesrefî etwarî deẍeł kird
pamałî bełay şeş cîhetî řojî lîqa xom
’umirim guzerî, giştî, le eḧwałî terebda
ey bê terebî meclîsî dîwanî beqa xom
nef’î ebed û, nî’metî ’uzma, çû le kîsem
ey piř xeterî çoł û byabanî heba xom
bimbexşe be řûy «eḧmed û, yasîn û, muḧemmed»
lem řêgeyî teqdîse, ’eceb, bê serupa xom!
bimbexşe be gułzarî xelîlPerson û, keremî nûḧPerson
ey dił begiř û, ẍerqî xecałatî sya xom
bimbexşe be mûsaPerson û, demî ḧezretî ’îsaPerson
ey kuşteyî sed sałeyî bê dest û ’esa xom
bimbexşe be xakî semerî adem û ḧewwa
ey řû řeş û pejmurdeyî bê sûd û ḧeya xom
bimbexşe be esḧab û, be al û, ’ulemayan
ey defterî cehhalîy û, duşmin be xeta xom
ya řebbî! eto ẍafîrî ’îsyanî le řacîPen name
yařebbî! çi řû bênme dergahî řica, xom?!