amojgarî

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 1 minutes  111 views
ger musłimanî, medořêne diłî taze û lemêj
bigre řêgey şahîdî û, ḧecic û, zekat û, sewm û nwêj
bêne biřwayî be yezdan û melek, watey peyam
nardirawu, řojî hestan û, biřawey řast û lêj
ger xerîkî çake bî, her bo xuday ke, bê řya
toş nebînî, ew eto ebye û ebînê, hîç mewêj
herçî lêt perjîn kirawe, xot biparêze le ew
çunke giştî lêk eka binyadem eyhawête gêj
diz mebe, tałan meke, biřyarî xawên bigre des
boç dexoy tûk, boçî naxoy pakirawî bê qiřêj?
toş mebe mamî tejender, herdû qaçyan biřyewe
her be qed pêwîstî xotke, «pê leser řayex dirêj»
řojî hestan, kê ezanê, key be gořê wer’ebê?
pêt biłê řacîPen name nîşaney? giçke ebne gewre nêj!