heta çerxî jyane, komełî kurdane besra bê

From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
 2 minutes  92 views
heta çerxî jyane, komełî kurdane besra bê
serukarî řewişt û xû, be sed şîraze honra bê
biłêne sade řûyan, bezmî mey bigirin be her lada
biłên goynde awazyan, le her şêwe le dawa bê
biłêne polî şadî, řû le awingî gijugya ken
tinokî areqey řûy diłberan têkeł be bała bê
biłêne řût û qûtanî meḧebbet, êste yarî ken
ke zanîwme, hemû kes xoşewîstî dê be řûy şabê
ke cejnî ’alem araye, gelî kurdane westawin
ebê her kes le dîwanî edeb serxoş û aza bê
be pîrozgarî û toqe, cemawer zêwerî bexşî
desî yek bermeden, bîgirin, eger mindałî sawa bê
binêrne dwa kiçan ko bin, be haře û haje dabřijên
le her la, xanim û begzade têkeł ał û wała bê
mela û şêx û cibe û mendîl û şał, bawêne kûpey mey
hemû byanşonewe xawên, newek em řoje awa bê
hemû mêrg û řez û baẍan, biken naza û řazawe
çirîkey bulbul û qumrî, zirîkey pîr û buřna bê
be dû des badegêřî zewq û xoşî, řast û çep mey da
dehoł û tepił û tembûre û, kemançe û ’ûd û zuřna bê
biłêne diłberî şîrîn ziman, lem bezmeda fermiwê
be destûrêkî şahî, ẍerqî xişił û nexiş û zîba bê
biřon, mirdû le gořan têgeyênin, xwa ’efûy kirdin
xuda her nûr ebarênê, ke gel têkřa be yek şa bê
meger bîr û jyanî nwê, legeł îmřoke sazawe
ke řacîPen name xoy le bergî yekdiłî, wek xunçe pêça bê